ŞEHBA – Îro li herêma Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li darxistin.
Ev meş ji destpeka navçeya Ehrezî heya qada navçeyê berdewam kir.
Ji bo êrîşên dewleta Faşîst yê li ser Mexmûr û Efrînê ev meş hat li dar xistin. Meş bi coş û moraleke mezin di bin silogana “Werin Cenga azadiyê ” de berdewam kir.
Li ser navê ciwanên soresger Heval Resîd axaftin kir û got ku dewleta dagirker hewldide ku çanda me û hebûna me bide tune kirin. Ji bo vê yekê emê bi destê ciwanên şoreşger li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê bisekinin û vê berxwedaniyê bi ser bixin.
Meş bi silogana “Bijî Serok Apo” û “Bimre îxaneta QDP” bi dawî bû.