ŞEHBA – Îro bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Şehbayê meşa xwendekaran û mamosteyan çêbû.
Meşê li Ehdasê dest pê kir û piştê meşeke şun de li heman derê bi dawi bû.
Li ser navê xwendekaran Rêveberê xwaser a Tevgera Xwendekaran Rûsêl EBDULHEMÎD daxûyanî xwend.
Rûsêl Ebdulhemîd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku: “Em weke tevgera xwendekarên demokratîk êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî red dikin û berxwedaniya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin”
Rûsêl wiha berdewama axaftina xwe kir:
Dewleta Tirk a ku dîrokê de gelek qetlîam pêk aniye îro jî dixwaze qetlîamên cuda li ser kurdan pêk bîne. Ewên destûr nedin vê”