COLEMERG – 23’yê Nîsanê, dewleta Tirk a faşîst li dijî Zap, Avaşîn û Metîna dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Piştî têkçûna li Garê, dewleta Tirk, ku ji bo dereng hilweşîna xwe û vemirandina kirîza xwe êrîşên dagirkirinê da destpêkirin, lê encama ku hêvî dikir nedît.
Berevajî vê, dewleta Tirk a ku li berxwedana bi heybet a gerîla re rû bi rû ma, herî zêde li hember çalakiyên Hêza Parastinê ya Şehîd Delal Amed a ku bi taktîk û çalakiyên nû nav li xwe de dihewîne, matmayî maye. Ji aliyê Hêzên Şehîd Delal Amed li Şirnexê Fermandariya Tumenê ya 23., li Amedê baregaha 7. û cihên îha – Sîhaya ya li Êlihê hat lêdayîn û ev tişt bûn kabûsê leşkerên Tirkan. Agahdariya hatinê bêtir pişterast dike ku hilweşîna mezin a dewleta Tirk her ku diçe kûrtir dibe.
“Herî kêm 100 çawîş îstifa kirin”
Li gorî agahiyên ji Fermandariya Tûgayê ya Colemergê, heya niha zêdeyî 100 çawîş îstifa kirine. Wekî din, tê gotin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê leşkerên li ser lingên wan alçi hene û leşkerên birîndar hene.
Vê rewşê careke din nîşan da ku îstifayên leşkerên Tirk, ku fêhm dikin ku ew ê li pêşberî vîna mirovî ya ku hemû teknîkan pûç dike, bi ser nekevin, dê zêde bibe.