NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî van êrişan li Avaşîn, Zap û Metînayê gerîla berxwedaneke mezin û dîrokî nîşan didin û hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst bi xiyaneta PDK’ê hewl didin xwe ji pençeyên Bazên Zagrosê rizgar bike.
Divê dewleta Tirk a dijmin û faşîst ji bîr neke, ku gelê berxwedêr ê ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin, ciwanên welatparêz û şoreşger ku ruh û pêşengên vî gelê berxwedêrin, wê van êrişan bêhesab nehêlin. Bi navê TCŞ û TÊKO-JIN em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên şoreşger dikin ku van êrişên qirêj ên li dijî nirxên me bêbersiv nehêlin. Em bang dikin ku bi rengê herî xurt xwedî li berxwedanê derkevin û bi çalakiyan bersivê bidin êrişan.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 19’ê Hezîranê banga tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, “Li Ewropayê em jiyanê rawestînin û li dijî mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst dakevin qadan. Yên bi ser bikevin Bazên Zagrosê û gelê Kurdistanê ne.”