NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî bû û ev axaftin jî nîvco ma bû. Ji hingî ve serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.