NAVENDA NÛÇEYAN –
Şopînerên Rêzdar ên Nûçe Ciwan
Zêdetirî 3 salane em di bin şert û mercên giran de û bi pîvanên şoreşgerî û welatparêziyê ve nûçeyên Giraniya xwe li ser ciwanan peşkeş dikin.
Li hember rastiya gelekî bidest û di bin mêtingeriyê de ye, em safsatayên bê alîtiyê û riya navber tu carî naynin li ser ziman.
Weke ku tê zanîn, siyaseta me ya nûçeyan, ku em bi xetek şoreşgerî li gorî rastiya gelên bindest bêyî ku prensîbên çapemeniya gerdûnî paşguh bikin, didin pêş, timûtim bi êrîşên faşîst re rû bi rû dimîne.
Di 9’ê Hezîranê de, ji ber êrişên ku ji hêla çeteyên faşîst ve hatin pêşxistin, em neçar ma ku herikandinên nûçeyên xwe demekê rawestînin.
Em hêza xwe ji vîna bêhempa ya ciwanên şoreşger digirin. Ji şîara “Ya ku min nakuje min bi hêz dike” ve em niha jî bi hêztir vedigerin.
Weke Ajansa Nûçe Ciwan, em ê nûçegihaniyeke rast, bilez, şoreşger û ciwan a ku dê tiştên ku her kes newêre beje emê bi gelek zimanan bibêjin û belav bikin.
Me bişopînin!