Nav û Paşnav: Bêrîtan ENCU
Navê Kod: Bêrîtan ROBOSKÎ
Cih û Dîroka ji Dayîkbûnê:1994/ Mêrsîn
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 2/4/2009 Ji Qampa Ş.Rustem CUDÎ (Mexmûr)
Cih û Dîroka Şahadetê:15/9/2012 Şemzînan (di encama êrîşên balafirên şer de).
Dema ku mijar dibe şagirta ciwan a Rêber APO, wê demê di nava cih û warên Egîdan de ji hezkirina evîna Gulbiharan û Sorxwînan gulek ji nûve dibişkive. Di heman demê de ew jî bi vê hezkirina biwate dibe mîna çavkaniya kaniyekî ku hertim bi evîna welat, bi hesreta cih û warên bav û kalên xwe re. Ji ber ku ew jî wek hemû zarokên kurdan ên li hemberî zilma dewletên dagirker û nijadperest ti carî serî netewand, bi wan çavên xwe yên ku hêviya gelê xwe têde dihewand, berbi jiyaneke penabertiyê ya êş û elem bi rê ket.
Rêhevala Bêrîtan ji eslê xwe ji gundê Roboskî yê li ser herêma Qileban a girêdayî bajarê Şirnexê ye. Di sala 1994’an de ku li gelek deveran ji aliyê dewleta Tirk ve gundên kurdên welatparêz dihate şewitandin û talan kirin, di wê pêvajoyê de rêhevala Bêrîtan çavên xwe li cîhanê vedike. Ji ber vê rewşê malbata wê neçar dimîne ku berê xwe bidin herêma Başurê Kurdistanê. Ji wê dema ku ji dayîk dibe heta tevlî nav refên gerîla bibe her tim ji bo jiyaneke birûmet û azad bijî, lêgerîna xwe ya rasteqînê her bi têkoşîneke xurt ve didomîne. Heta vaya pir vekirî di jiyana xwe ya xwendevaniyê de jî, bi serkeftîbûna xwe ya ku di nav refê de dida xuya kirin. Bi taybetî jî ji bona dîroka xwe û ya gelê xwe baş fêr bibe, her tim bi baldariyeke mezin guhdarî waneyên mamosteyan dikir. Li ser van bingehên lêgerîn û lêpirsînên xwe di sala 2009’an de ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem tevlî nava refên gerîla bû. Ruxmî ku di temenek biçûk de tevlî nav refên gêrîla bibû jî, lê belê di demekî pir kin de perwerdeya li ser bingehê bîrdoziya Rêber APO tê dayîn bi baldariyeke mezin guhdarî û roj bi roj tiştên fêr bûye jiyanî dike. Vê yekê di tevlêbûna jiyana gerîla de bi hezkirin û moraleke pir mezin xwe tevli dike û ji hevalên xwe yên din re jî dibe mînak.
Rêhevala Bêrîtan dema ku derbazî jiyana nava yekîneyan jî dibe, lêpirsîn û lêgerîna xwe ya li şopa heqîqetê bi dilnizmbûna xwe ya ku li himberî rêhevalên xwe û bi hezkirina hevalên xwe didomîne. Di heman demê di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi sekna xwe ya radîqal a li himberî pirsgirêkên ku ji aliyê kesayetan ve tê jiyîn û di nava jiyanê de derdikevin, bi sekneke pir xurt ve helwesta xwe raber dike. Di nava rêhevalên xwe de her tim bi sekna xwe, bi zanebûn û hişmendiya xwe ve bi hevalên xwe re dibe alîkar. Heta ji ber ku dibistan bi zimanê dayîka xwe xwen dibû, her tim hewl dida ku hevalên derûdora xwe jî fêrî zimanê kurdî bike.
Rêhevala Bêrîtan ji jiyana leşkerî pir hezdikir û her tim ji bo tevlî çalakiyan û şer bibe di nava hewlidanên pir mezin de bû. Li gorî wê jî xwe fêrî hemû çekan dikir. Yek jî Rêhevala Bêrîtan ji çeka hewan û doçka pir hez dikir. Jixwe ji wê hezkirina xwe ya ji bona çekên giran, bi israra xwe û bi pêşniyara xwe ya ku ji rêxistinê re dike û di dawiya sala 2010’ an de derbazî yekîneya çekên giran dibe. Dema derbaz dibe jî ji bo ku di her çalakiyê de û di her pevçûnê de rola xwe bileyze her tim di nava hewlidanên pir mezin de bû ku zû fêrî hemû çekan bibe û li ser hemû çekan hakim bibe. Her çalakiyên ku di herêma Xakûrkê de çêdibû, hevala Bêrîtan bi wê coş û kelecana xwe ya ku biçe li ser dijmin wê kîn û nefreta xwe ya ku bi salan e pê re jiyan kirî û ji bo azadikirina Rêber APO, hevalên li girtîgehan û tevahî gelê bindest bi dest bixe di nava têkoşîneke bêhempa de bû. Her tim Rêhevala Bêrîtan digot, ji bo azadiya Rêber APO û tevahî dayîkan heyanî dilopa xwe ya dawî ezê têbikoşim. Ji ber ku yê bûye sedem ku îro em bikaribim li van warên azad jiyan bikin, ked û fedakariya Rêber APO, rêhevalaên me yên şehîd û ya dayîkên me bû.
Dema ku pêngava şerê gel ê şeroşgerî ya bi navê Ş. Rozerîn Pîran û Ş. Rûbar Mardîn li herêma Şemzînan despêkir, wê demê jixwe yekîneya çekên giran hemû tevlî wê pêngava dîrokî bûn. Rêhevala Bêrîtan jî, bi wê kîna xwe ya ku li dij dijminê xwînxwar, bi coş, kelecan û hêzekî pir xurt tevlî wê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû. Rêhevala Bêrîtan ji despêka pêngavê ta dawiya wê, her tim bi sekneke xwe ya rêxistin kirin, leşkerî û rêhevalatiyek pir xurt tevlî pêngavê dibe. Jixwe di nava pêngavê de her hevalên ku heval nasdikir û nasnedikir jî her tim digotin, em dixwazin biçin ligel koma hevala Bêrîtan. Ji ber ku di pêşengtî û fermandartiya xwe ya şer de rolekî pir xurt dileyîst. Ji ber vê jî di heman demê de rêhevalên li derdora xwe, ruxmî wan şert û mercên bizor û zehmet perwerde dikir. Ji milê taktik afirandin û çûna li ser dijmin bigre, heta di milê sekan leşkerî ya xwînsar bigre, bi kelecena xwe ya mezin û dilgeşiya xwe moral dida rêhevalan xwe ve her li pêş bû. Ev jêhatîbûna wê hêzek û moraleke pir xurt di hevalên wê de pêk dianî.
Bi giştî di pêvajoya Pêngavê de koma ku rêhevala Bêrîtan jêre pêşengtî dikir her li cihên stratejik ku karibe derbeya yekemîn li dijimin bide de bû. Berî çûyîna çalakiya xwe ya herî dawî, me firsenda hevdîtinekî dîtibû. Min jêre; ‘bi dîtina te bi qasî ku ez bibask bibim kêfxweş bûm. Ji ber ku dema hevalan behsa te û tevlêbûna te ya çalakiyan dikirin di vegotinê de peyv nedîtin, pir erênî behs dikirin. Birastî jî cardin dîtina te, nemaze jî di pêngaveke bi vî rengî de dîtina te moral û coşeke ku qet mirov nikare bîne li ser ziman dide mirovan…” Bersiva wê, “bi saya fikr û ramanên Rêber Apo, hevalên şehîd û havalên niha li kêleka me şer dikin em hatin vê astê. Ji ber vê jî ev pir kêm e, lewma jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê divê em bi hemû hêza xwe ve xwe tevli xurtkirina têkoşînê bikin. Heyanî ku em azadiya Rêber Apo, hevalên girtîgehan, tevahî gelê kurd û gelên bindest misoger nekin divê me kêliyekê jî nesekinin…” Dema ev yekanan ji min re behs dikir, rûkeniya rûyê wê ji mirov re wisa dihat ku mirov digot qey ê ji kêfan bibask bibe û bifire.
Di çalakiya xwe ya herî dawî bi pêşniyar û israra xwe tevli dibe. Dema vesazkirina çalakiyê hate xwendin, ji ber ku di navê wê di koma parastinê de bû, pir israr kir ku tevli koma êrîşê bibe. Lê hevalan ev guncav nedît û wê jî herî dawî gotina hevalan kir. Jixwe di jiyanê de jî wisa bû nêrîn û pêşniyarên xwe dikir, lê bes herî dawî gotina hevalan pêk dianî. Hezkrina wê ji rêhevaltiyê re pir xurt bû û ev yek her jiyanî dikir.
Dema diçin çalakiya li ser Şikêrê Spî, hevala Berîtan di parastinê de cih digre. Berî koma êrîşê li dijmin bide, dijmin dîmen digre û çalakî deşîfre dibe. Dijmin bersiv dide û li cihê ku dîmen girtiye gulebaran dike. Ruxmî vê heval êrîş dikin. Hîna di destpêka çalakiyê de ji koma hevala Berîtan du heval birîndar dibin. Hevala Berîtan bêyî ku dem wenda bike xwe digihîne hevalên birîndar. Bi aweyekî saxlem hevalên birîndar digihîne cihekî saxlem û dest bi êrîşkirina li ser dijmin dike. Demekî dirêj di hûndirê pevçûneke pir dijwar de li ber xwe didin. Di encama êrîşên hewayî de bi tevî heşt hevaan tevli karwanê nemirên Kurdistanê dibe.
Bi rastî jî hevalên me yên şehîd anîna li ser ziman pir zor e û di heman demê de hêzeke mezin dixwaze. Ji ber ku yên riyê azadiyê ji me re ronî dikin û ji me re dibin xeta azadiyê hevalên me yên şehîd in. Ji bo ku em jî bibin layîqê şopa wan hevalan û hevaltiya wan, heyanî dilopa xwîna xwe ya dawî divê em jî bi têkoşîneke pir xurt têbikoşin ku em ji hevaltiya wan re bibin bersiv. Hevala Bêrîtan wê her tim weke navê xwe ji me re bibe xeta berxwedan û serkeftinê. Ez jî wek Rêhevalekê wê yê têkoşînê carek din bejna xwe li hem ber bîranîna wê û tevahî rêhevalên me yên şehîd ditewînim. Carek din li himber kesayeta hevala Bêrîtan soza xwe nû dikim û dibêjim heyanî ez sax bim ezê li ser şopa te û tevahî rêhevalên me yên şehîd bimeşim, her tim ji xwe re serkeftin û berxwedanê esas bigrim.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Leyla PENABER.
11.08.2014