NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Egid Şevger a DGH’ê ragihand ku wan di seranserê Hezîranê de li Stenbol Sultangazîyê de gelek çalakî pêk anîne.
DGH’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dijminê qirker ê faşîst bi polîtîkayên ku bi salan e bi êrîşên şerê taybet û psîkolojîk dimeşîne hewl dide ciwanek bê bersiv a ku ji cewherê xwe qut bûye biafirîne. Em ê li dijî polîtîkayên dagirkerî, komkujî û qirkirinê yên ku dijmin li ser ciwan, jinên ciwan û gelê Kurd dimeşîne, em ê her tim di berxwedanê de bin. Ciwanên Kurdistanê li her qada ku ew in dê bersiva pêwîst bidin van polîtîkayan.
Pêngava ku bi Şiyara “DEM DEMA AZADIYÊ YE”, ku ji hêla tevgera me ve hatîbû destpêkirin, dê di çerçova tekoşîna “Werin Cenga Azadiyê” de di pêşengtiya tekoşîna ciwanan de bidome. Em careke din diyar dikin ku her rêveberê kadroyê AKP-MHP ji bo me hedef e, û çalakiyên me dê di vî alî de bidomin.”
Di derheqê çalakiyan de ev hatin diyar kirin:
– 2 nuqteyên aîdî dijmin li Sultangazi ya Stenbolê ji Teqemeniyên destan ve hat lêdayin.
– Wesayîta aîdî rêveberê AKP’ya faşîst bi rêbaza taybet ve hate şewitandin.
– Dîsa, wan li gelek nuqteyên li navçeya Sultangazi ya Stenbolê nivîs hatin nivîsandin û pankart hatin daliqandin.”