NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê agahiyên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
HPG’ê ev agahî da:
“Herêma Avaşîn a Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê;
-22’yê Hezîranê saetên swibehê li qada Girê Sor dagirkerên xwestin ji bejahiyê ve bên saet 07:10’ê çalakiyeke sekvanî li dijî wan hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
-22’yê Hezîranê saet 09:00’an li dijî dagirkerên li Girê Sor çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyêde 2 dagirker hatin cezakiri, 1 dagirker birîndar bû.
Tevgerên zêde ya helîkopterên şer li Avaşîn, Metîna û Zapê pêk hatin û qad hatine bombekirin.
Agahiyên berfireh wiha ne:
-21’ê Hezîranê saet di navbeyna 21:00-23:20’an de li qadên Mervanos û Banîsta tevgera helîkoptêran çêbûye. Saet di navbeyna 01:15 û 03:00’an de leşkerên Tirk li Girê Sor, Girê Spî û Girê Silêman leşker danîne.
-21’ê Hezîranê saet di navbeyna 20:40 û 23:30’an de qadên Herfa T’yê û Şamkê yên herêma Zapê hatine bombekirin.21’ê Hezîranê saet 18:00’an Gundê Orê yê Herêma Metîna hatiye bombekirin.
-21’ê Hezîranê saet di navbeyna 22:00-00:00’an de dagirkerên li qadên Dêrarê, Koordîne û Stûna yên herêma Metîna bi helîkoptêran bi hev hatine guhaztin.