NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya hemleya “Werin Cenga Azadiyê” de, Ciwanên Welatparêz li gelek taxên Wanê bi meşaleyan meşiyan.
Ciwanên Welatparêz diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ne tenê Kurdistan û Tirkiye lê hemû cîhan xistiye nav kaosê. Ciwanan bang li her kesê kir ku li dijî xiyaneta li dijî gelê Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pêk tîne li ber xwe bidin.
Ciwanan tekez kir ku ew ê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de berxwedana gerîla bi zêdekirina berxwedana li qada ku ew tê de ne, bimeşînin.
Ciwanan timûtim dirûşmên “Bimre xanet, Bijî Gerila”, “Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok” berz kirin.