İZMİR – Ciwan ji bo Deniz Poyraz ê ku di 17’ê Hezîranê de li Avahiya HDP’a İzmîrê hate qetilkirin şevê din meşiyan.
Ciwanên ku bi fîşekên agir ber bi navçeya Kadifekale ya Îzmîrê ve meşiyan, ciwanan diyar kirin ku heya kujeran hesap neyê pirsîn ew ê nesekinin. Di daxuyaniyê de, hate tekez kirin ku dê ciwan ji kujerên Deniz Poyraz ê li Avahiya Parêzgeha HDP’ê hate qetilkirin hesab bipirsin û ev komkujî û hemû êrîşên ku pêk hatin, bingeha xwe ji kûrkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digrin.
Meşê de Ciwanan timûtim duruşmên “Şehîd Namirin”, “Deniz Poyraz nemir e”, “kujer dê hesap bidin gel” avêtin.