MINBÎÇ – Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyekî tecrîda li dijî rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê biryara qirkirinê ye.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hedîl Casim li navenda Ciwanan bi beşdarbûn gelek endamên Yekitiyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dem dema azadiyê ye, ji beriya 22 salan ve tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Her wiha di kesayeta rêber Ocalan de jiyana azad û mirovahiyê dikin armanc, ji ber ku modernîteya demokratîk altarnetîfa modirnîteya kaptalîst e.
Da ku modernîteya kaptalîst, ked û berhemên civakê kontrol bike, desthildariya xwe bi rêk û pêk ber ferh dike, siyaseta qirkirina çandî û biyolijîk dimeşîne û êrişî jin û xwezayê dike.
Dewleta Tirk a faşîst di Rojhilata Navîn de amûra modernîteya kaptalîst e û domdar êrişî destkeftiyên neteweya demokratîk dike. Her wiha ji destpêka damezrandina osmaniyan û heta niha komkujiyan pêk tînin.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK’ê pêk tên û ew êriş biryara qirkirinê ye.
Lê dewleta Tirk li hember berxwedana dîrokî û qehremantî ya gerîlayan têk diçin.”