WAN – Ciwanên welatparêz çalakiyên xwe didomînin. Ciwanan li taxên Şehîd Fırat û Bayırlı yên Wanê meşek bi meşale û fîşekên hewayî li dar xistin.
Ciwanên welatparêz meşek li ser bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, berxwedana greva birçîbûnê ya ku li zîndanan berdewam dike, berxwedana gerîla ya ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta KDP pêk anîn û agahî dan ji raya giştî.
Ciwanan bal kişandin ser wê yekê ku ne birçîbûn bêdengî mirin e, û bang li her kesî kir ku li herêma ku ew lê ne dengê xwe bilind bikin. Her wiha gel bi çepik û zîlgîtan piştgirî da meşê.
Ciwanan timûtim dirûşmên “Ciwan Fedaîyê Reber Apone”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindana”, “Namehîd Namirin”, “Bimre İxanet, Bijî Yekîtîya Kurdan” berz kirin.