MARSILLYA – Ciwanên ku li stasyona trenê ya li Marsîlya çalakiya bêîtaetiya sivîl kirin, xwestin ku êrîşên dagirkeriyê yên qirker ên dewleta Tirk a faşîst bi dawî bibe.
Ciwanan bang li zîhniyeta KDP kir, ku bi xeta xiyanetê alîkariya êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser Herêmên Parastinê yên Medya kir, ku ji xeta xiyanetê vegere. Di çalakiyê de timûtim dirûşmên “Liberte Ocalan”, “Bijî Serok APO” û Bijî Berxwedana Gerîla” hatin qîrîn.
Piştî çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, ciwanan li ber stasyona trenê daxuyanî dan û berxwedana Gerîla ya qehreman û Pêngava Komalên Ciwan a “Werin Cenga Azadiyê” silav kirin.