NAVENDA NÛÇEYAN –
STÛTTGART: Ciwanan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ya Komalên Ciwan silav kirin. Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN doh êvarê li qada Schlossgartenê li hev civiyan, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bûne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê ciwanên Kurdistanî li dijî faşîzmê û êrişên dagirkeriyê dakevin qadan.
ZURÎCH: Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li Bûrkîplatzê çalakiyek li dar xistin û ragihandin ku ew tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bûne ku ji aliyê Komalên Ciwan ve li dijî êrişên qirkerî û dagirkeriyê bûne. Ciwanên ku meşek li dar xistin bang li PDK’ê kirin ku ji xeta xiyanetê vegere. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Es lebe Ocalan” hatin qîrîn.
MARÎGNANE: Bi meşekê ciwanên endamên TCŞ’ê tevlî pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bûn. Di meşê de alên PKK’ê hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Lîbere Ocalan” hatin qîrîn.
EVRY: Di çalakiyê de pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ hate silavkirin. Ciwanan bi alên PKK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TÊKO-JIN û TCŞ’ê meşek li dar xistin. Çalakî li ber Gara Grygnyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.