BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi telefonê bi birayê xwe re kiribû û axaftina bi telefonê hatibû birîn.
Parêzerê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan herî dawî piştî bi 8 salan di navbeyna 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de miwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7’ê Tebaxê û wir ve dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Rêber Ocalan miwekîlê xwe bibînin.