NAVENDA NÛÇEYAN – HRE bi daxuyaniyeke nivîskî rêzeçalakiyên herî dawî parvekir.
Daxuyaniya HRE bi giştî wiha ye:
“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, çalakiyên bersivdayinê yên hêzên me berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên me li hember hejmarek hedefên li deverên cûda, rêzeçalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 19ê Pûşperê de, yekîneyên me li Mar’ê, li dijî baregehek leşkerî a artêşa dagirker a ku nû tê çêkirin çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de makîneyek kar hat îmhakirin, yek jî hat derbkirin. Herwiha leşkerek û personelek artêşa dagirker hatin kuştin.
Di dîroka 20ê pûşperê de hêzên me li Mar’ê, kombûneke çeteyên ser bi artêşa dagirker ve hadef girtin û bi awayek bi bandor lê dan. Di encama vê çalakiyê de seyareyek hat rûxandin û hejmarek ji endamên çeteyan hatin kuştin û brîndar bûn, lê belê hejmara wan nehate zelalkirin.
Di dîroka 20ê Pûşperê de yekîneyên me li gundê Omer Simo a ser bi navçeya Şera ve çalakiyek serdegirtinê li hember koma çeteyan a bi navê Asif el-Şîmal pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek brîndar bû, baregeh û seyareyek çeteyan jî hate îmhakirin.
Di dîroka 24ê Pûşperê de li hember komek çeteyên ku di çeperekê de kom bûbûn, li gunde Kefr Xoşer a ser bi navçeya Ezazê ve çalakiyek hat li darxistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete hatin brîndarkirin û binkeya ku çete tê de bûn bi temamî hate rûxandin.
Bi giştî di encama çalakiyên hêzên me li navçeyên Mar’ê, Şera û Ezazê de, bi qasî ku hatiye tespsîtkirin leşkerek û personelek artêşa dagirker û 5 çete hatin kuştin, 3 çete hatin brîndarkirin, 3 seyare û 2 çeper/baregeh hatin rûxandin.”