BURSA – Ji bo dîtina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye, parêzer Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Mazlûm Dînç, her wiha xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe serlêdana hevdîtinê kirin.
Axaftina herî dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hate kirin 25’ê Adarê bi rêya telefonê bû. Ev axaftin jî nîvco mabû.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rerzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve jî serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.