MÊRDÎN – Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP û TJA’yê hat lidarxistin ji aliyê bi sedan polîsan ve hate astengkirin. Jinan li hemberî astengê dirûşm berz kirin û helwesta xwe bi hêz nîşan dan.
Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz xwestin li ber Perqa Karayolari kom bibin û meşê li dar bixin. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, seroka komê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Pero Dundar, Semra Guzel, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, çalekvanên TJA’yê, Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û ji bajarên Sêrt, Êlih, Riha û Amedê bi sedan jin li Mêrdînê kom bûn. Polîsan hîna di serê sibehê de dora avahiya HDP’ê û perqa Karayolari girt. Ango meş hate astengkirin lê jinan bi dirûşman helwesta xwe nîşan dan.
Jinên ku li ber deriyê avahiya HDP’ê kom bûne meşiyan û pêşiya wan ji aliyê bi sedan polis, maşîneyên zirxî û tomayan ve hate girtin. Polîsan gef li jinan xwarinû gotin ger wisa berdewam bike em ê we bigirin.
‘Armanc zêdetir HDP’yî bûn’
Meral Daniş Beştaş di daxuyaniya ku piştî astengkirina meşê de hat dayin axivî û wiha diyar kir: “Rêhevala me Denîz Poyraz bi qetlîamek ku di berê de hatibû rêxistinkirin de hate qetilkirin. Bû qurbana qetlîama sîyasî. Armanca wan ne tenê qetilkirina yek kesî bû. Li wir armanc hemû rêhevalên me yên partiye bûn. Me vê di van gotinan de dît dibejin; Çima Denîz bi tenê bû, Çima bêhtir HDP’yî li wir nînbûn? Bi van gotinan re civakê mijûl dikin. Em vê yeke şermezar dikin. Yên ku van dibêjin jî yên ku ev qetilîam kirine ne.”