STUTTGART – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Stuttgartê ragihandin ku dê 3’ê Tîrmehê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst meşek bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de, TCŞ û TekoJIN diyar kirin ku çalakî dê di çarçova pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya ku Komalen Ciwan daye destpê kirin de were organîze kirin.
Çalakiya ku dê 3’yê Tîrmehê roja Şemî yê pêk were, wê saet di 15:00 de li Lautenschlagerstrasse dest pê bike. Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û TekoJIN hate kirin de, bang li hemû ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ên li Ewropa dijîn hate kirin ku bi xurtî beşdarî çalakiyê bibin.