AMED – Tûrnûvaya futbolê ya ku ji bo bîranîna Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yıldız ê koça dawî kir, ji hêla Meclîsa Ciwanên HDP’ê ve hat organîzekirin dest pê kir. 18 tîm, di nav de 4 tîmên jinan, beşdarî tûrnûvayê bûn.
Tûrnûvaya futbolê ya ku ji bo bîranîna Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yıldız ku di encama krîza dil de çû ser dilovaniyê, ji hêla Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Amedê ve hat organîzekirin, ji bo balê bikişîne ser polîtîkaya şerê taybet a li ser ciwanan wekî tacîz, tecawiz û sîxurî û li dijî van polîtîkayan rêxistina xwe baştir bike.
Di pêşbirka ku duh roja duyemîn hate li dar xistin de Şehîd Ozan Yıldız û Şehîd Deniz Poyraz hatin bibîranîn. Piştî bîranînê, di çarçoveya şerê taybet yê hatî meşandin de li ser tiryak û asîmîlasyonê agahî hat dayîn. Maç bi deqekî rêzgirtinê ve destpê kir û lêdana yekem ji hêla dayikên aştiyê ve hate destpêkirin.
Li qadê, pankartên bi wêneyên Ozan Yıldız û Deniz Poyraz ên di encama êrîşa çekdarî ya li dijî Avahiya Parêzgeha HDP’ê ya İzmîrê de jiyana xwe ji dest dan, her wiha pankartên “Li dijî polîtîkayên asîmîlasyona tiryakê û sîxuriyê rabin” û “Bîranîna wî dê têkoşîna me ronî bikin “hatin daliqandin.
Tûrnûvaya futbolê di navbera komên Asin û Tima Bâz de roja duyemîn hate li dar xistin. Tûrnûva dê îro di navbera tîmên Edip Solmaz û Sterka Sor de di navbera 18: 00/19: 00 de were li dar xistin.