NAVENDA NÛÇEYAN – Balefira ‘Tûrkîsh Aîrlînes’ a ku ji balefirgeha Baselê diçû Stenbolê ji aliyê çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Rojava hate astengkirin.
Ciwanan li balefirgehê daxuyanî dan û gotin “Her balefira ku diçe Tirkiyeyê li hemberî gelê Kurd û şervanên azadiyê dibe çek û gaza kîmyewî. Tûrkîsh Aîrlînes jî parçeyekî vî şerî ne.”
Di çalakkiyê de sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Turkîsche Arme Raûs Kurdistan’ û ‘Stop Turkey Bombeyn’ hate berzkirin.