PARÎS – Ciwanên çalakvan li ber avahiya şaredariya Taxa Corbeil a Parîsê kom bûn û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst çalakî pêk anîn. Ciwanan di saet 18:00 de li hev civiyan, ciwanan bertekên xwe yên li dijî êrîşên qirkirinê nîşan dan.
Di çalakiyê de timûtim dirûşmên “Ciwan fedaiyên Rêber APO ne”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok APO” hatin qîrîn. Meşa ku bi qasî saetekê dom kir, li ber stasyona trenê ya navendî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Aktîvîstên TCŞ û TekoJIN li taxa Villiers Le Bel a Parîsê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst bi meşekê protesto kirin.
Di dema meşê de, dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Liberté Ocalan”, “A bas Lé Régime Fascist a Turquie”, “Terrorist Turquie” û “Assasin Erdogan” timûtim hatin qîrîn.
Di meşê de ciwanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ciwanan gotin, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hewldana dagirkirina qirêj a dewleta Tirk a faşîst berxwedanek destanî nîşan dan. Dewleta Tirk a faşîst, ku li pêşberî vê berxwedanê darbeyên giran xwar, dixwaze darbeyên ku bi xiyaneta KDP stendî ve veşêre. Em ciwanên Kurd bang li KDP dikin ku li dijî vê xeta xiyanetê û êrişên dagirkeriyê bi PKK re bibe xwedî helwest.”
Meşa ku bi qasî saetekê dom kir, li ber stasyona trenê ya navendî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Di çalakiyên hatin meşandin de, ciwanan silav dan pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya ji hêla Komalen Ciwan ve hat destpêkirin û berxwedana destanî ya Gerîlayên qehreman.