QAMIŞLO – Ciwanên Qamîşlo sînevîzyonek temaşe kirin.
Dehan ciwan doh êvarê Wargeha Ciwanan de kom bûn û salona Konferansê de sînevîzyon temaşe kirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê Rêveberê Tevgera Ciwanên şoreşger, Hogir axaftinek kir.
Hogir di axavtina xwe de behsa berxwedana lehengî ya ku ji alîyê hêzên gerîla kir, ku li herêmên parastina Medyayê, li dijî arteşa dagirker a Tirk, ku bi çekên herî modern û teknolojiyên pêşketî dide meşandin û rexmê van jî li hember gerîlayên Kurdistanê nikarin serbikevin. Hogir bal kişand ser hêzên Gerîlayên ku darbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker ku ji aliyê piranî cîhanê ve piştgirî tê kirin didin.
Piştî axaftina Hogir ciwanan diruşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî Serok Apo” avêtin