BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û ev nirxandin kir:
TECRÎD PARÇEYEK JI ŞERÊ QIRKIRINÊ YE
Tecrîda li ser Rêber Apo parçeyek ji şerê qirkirinê ye ku li Kurdistanê li dijî gelê Kurd tê meşandin. Parçeyekî polîtîkaya tasfiyeyê ye ya li dijî Tevgera Azadiyê. Polîtîkaya qirikrinê û êrişên tasfiyekirinê destpêkê bi tecrîda li ser Rêber Apo hate destpêkirin. Beriya 5’ê Nîsana 2015’an şer hatibû rawestandin. Hevdîtin jî dibû. Çawa ku tecrîda li ser Rêber Apo dest pê kir, êrişên li dijî gelê Kurd, êrişên li ser Tevgera Azadiyê jî zêde bûn. Ev hîn jî dewam dike. Dewleta Tirk di şexsê desthilatdariya AKP-MHP’ê de dixwaze gelê Kurd qir bike. Lewma tecrîda li Îmraliyê polîtîkayeke qirkirinê ye. Divê ev yek bê dîtin. Têkoşîna li dijî vê girîng e. Bendewariya niha ya Rêber Apo bilindkirina têkoşînê ye. Rêber Apo beriya niha gelek caran dubare kir. Got, bila ji bo xwe têbikoşin. Bila ji bo xwe têkoşînê mezin bikin. Yanî peyameke bi vî rengî dabû gel. Gotibû, hîn bêhtir pêwîstiya wan bi azadiyê heye. Lewma divê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo weke têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê dîtin. Ev têkoşîn divê bê xurtkirin. Nêzîkatiye bi vî rengî nêzîkatiyeke rast e. Bendewariya Rêber Apo jî ev e. Naxwe divê ev yek ne tenê weke nerazîbûneke li dijî tecrîdê yan jî nerazîbûna li dijî pirsgirêka mafên mirovan û pirsgirêka girtîgehê be nirxandin. Ji xwe li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li qada navneteweyî têkoşîneke xurt tê meşandin. Ji bo azadiya Rêber Apo karekî girîng tê kirin. Ew helwesta xwe nîşan didin. Di vê mijarê de Ewropa tê rexnekirin, CPT tê rexnekirin. Yanî di vê mijarê de ji aliyê hiqûqî ve helwest û nêzîkatiya pêwîst tê nîşandan. Ya girîng ew e ku di nava van şert û mercan de ku faşîzmê zexta li ser gel zêde kiriye, vaye li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê polîtîkayeke berfireh a qirkirinê tê meşandin, divê gelê me, ciwan, jin bi têkoşîna gerîla re bibin yek; bi çalakî û helwesta xwe hêzê bide vê têkoşînê. Têkoşîna li dijî tecrîdê tenê bi vî rengî dibe. Bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Apo, misogerkirina azadiya Rêber Apo bi têkoşîneke bi vî rengî pêk tên. Dilsozên Rêber Apo, dilxwazên azadiya Rêber Apo, di vê demê de divê li dijî faşîzmê têbikoşin. Bêguman gelê me xwedî li Rêber Apo derdikeve. 22 sal in xwedî lê derdikeve. Ji niha û pê ve jî wê xwedî lê derkeve, lê belê divê xwedîderketin êdî bi çalakiyên hîn bi bandor bê kirin. Banga me bi vî rengî ye.
GERÎLA ZANE BÊ JI BO ÇI LI BER XWE DIDE
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê du meh in têkoşîneke bi fedakarî tê meşandin, ez hemû şervan û fermandarên têdikoşin pîroz dikim. Bejna xwe li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî ditewînim. Bi rastî jî berxwedaneke dîrokî tê meşandin. di dîroka me ya têkoşînê de gelek caran berxwedan hebû. Gelek fedayîtî hate nîşandan. Lê belê çarçove û armanca êrişên dawî mezintir e. Di şexsê Tevgera Azadiyê de tê xwestin ku gelê Kurd bê tasfiyekirin. Ev eşkere ye. Komploya ku li Şamê hate destpêkirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tasfiyekirina gerîla tê xwestin ku bê biencamkirin. Lewma armanca êrişê berfireh e. Haya gerîla ji vê ekê heye, bi hesta xwedîderketina li Partiyê, Rêbertî û gel bi rengekî fedayî li ber xwe dide. Berxwedan bi rastî jî bi rengekî fedayî tê meşandin. Li dijî teknîkên dijmin, bi derfet, hişmendî, dil û hestên xwe li ber xwe didin. Bi temamî xwe ji bo gelê xwe feda kirine. Bi rengekî fedayî şer dikin, sîng bi sîng şer dikin. Ev yek divê bê destnîşankirin.
DU MEH IN BÊHN LI DEWLETA TIRK HATIYE ÇIKANDIN
Ya rast, du meh in bêhn li dewleta Tirk hatiye çikandin. Ji dewleta Tirk hebû ku di nava hefteyekê de wê xwe bigihîne hemû qadan, lê belê gerîlayên jin û mêr nîşanî mirovahiyê, gelên cîhanê dan ku ji bo mirovahiyê, ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo welat û gel divê çawa mirov li ber xwe bide; ev yek diyar kirin. Lewma wan bi rêzdarî silav dikim. Em berxwedana wan ji kûrahî ve hîs dikin. Em bi rastî jî bi wan serbilind in. Bêguman divê em hemû hurmetê nîşanî vê berxwedana wan bidin. Divê her kes bi rêzdarî nêzîkî vê yekê bibe. Ew ewladên leheng ên gel in. Kurdîtiya bêyî xwedîderketina li van nabe. Mirovekî Kurd eger xwedî li van fedayiyan dernekeve bi rastî jî ev ê bibe bewijdanî, bibe bêexlaqî. Lewma wezîfeya herî bingehîn a Kurd û demokratan xwedîderketina li vê berxwedanê ye. Ew ji bo gelê Kurd şer dikin. Ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, li ber êrişa qirkirinê ya li ser gelê Kurd radibin. Di heman demê de li ber paşverûtiya herêmê radibin.
EV BERXWEDAN WÊ PAŞEROJA ME DIYAR BIKE
Bi rastî jî berxwedana wan wê paşeroja me diyar bike. Vê têkoşîn û berxwedanê dîroka me gihandiye qonaxeke nû. Lehengiya Kurd, rastiya têkoşînê ya Kurd, têkoşîna demorkasî û azadiyê hîn bêhtir xurt, dewlemend û berxwedêr kiriye. Têkoşîna me êdî li asteke nû ye. Ev jî asta têkneçûnê ye. Gerîlayan, fedayiyan bi rengekî eşkere nîşan dan ku hêza dijmin çi dibe bila bibe gelekî li ser xeta Rêbertî li ber xwe dide têk naçe û wê heta dawiyê li ber xwe bide. Lewma em gelekî tiştî deyndarê wan e. Ya ku ji niha û pê ve dikeve ser milê me ew e ku deynê xwe bidin. Dayina deynê xwe jî bi meşa bi ruhê fedayî dibe. Bi bersiva li şehadeta wan, bi bersiva li têkoşîna azadiyê ya bi keda wan dibe. Bi hewldana ji bo serxistina vê têkoşînê dibe.
HELWESTA PDK’Ê BI KURDÎTIYÊ NAYÊ VEGOTIN
Bi rastî jî nepêkane ku helwest û nêzîkatiya PDK’ê bê vegotin, bê îzahkirin. Ne bi Kurdîtiyê dikare bê vegotin, ne bi feraseta demokrasiyê, ne jî bi wijdan û exlaqê dikare bê vegotin. Bi helwesta xwe xizmetê ji mêtingeriya qirker re dike. Xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Kes nîne ku nizane bê rastiya dewleta Tirk çi ye. Herî zêde Kurd bi vê rastiyê zanin. ya rast têkoşîna me di nava 40 salan de rastiya dewleta Tirk raxist pêş çavan, hem danî ber gelê Kurd, hem jî ber gelên Rojhilata Navîn. Ev rastî di heman demê de danî ber gelên cîhanê. Qirker e, dagirker e, dixwaze Kurdan tune bike. Ji xwe bi rengekî eşkere dibêje; Mûsil-Kerkûk a min e. Şaşitiya ku me li Bakurê Iraqê kir em ê li cihekî din nekin. Dibêjin ku wê vê şaşitiyê sererast bikin. Tevî ku ev rastî li holê ye, PDK bi hawara artêşa Tirk a tengavbûyî ve çû ku ev yek nayê qebûlkirin. PDK bi dorpêçkirina gerîla re dixwaze bibe mîna sindanê. Dewleta Tirk çakûç e, PDK jî sindan e. Gelo tiştekî wiha dibe? Di navbera dewlet Tirk û PDK’ê de têkiliyeke bi vî rengî dibe? Hevkariyeke bi vî rengî dibe? Ev nayê qebûlkirin.
Ya ku PDK niha dike bi rastî jî ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Ji xwe hêzên siyasî yên Kurd qebûl nakin. Hêzên siyasî yên li Başûr daxuyanî dan. Diyar kirin ku wê tevlî vî şerî nebin. Gotin, ew vî şerî rast nabînin. Edhem Barzanî ku beriya demeke nêz di rêveberiya PDK’ê de bû, bi rengekî eşkere got ku ew ê nebe hevparê vê rêveberiyê. Got ku polîtîkaya PDK’ê bi hevkarî tê meşandin. Anî ziman ku ev yek xizmetê ji Kurdan re nake. Gelek pêşmegeyên dêrîn, gelek hêzên siyasî xwedî vê nêzîkatiyê ne. Raya giştî ya Kurd di rewşeke wiha de ye. Lewma zehmet e ku ev nêzîkatiya PDK’ê bê fêhmkirin. Ev bi vî rengî dikare were vegotin; ji bo li çend bajaran desthilatdar be Kurdistanê bi temamî feda dike. Gelo Kurdîtî bi vî rengî dibe? Ji bo xatirê ku li Hewlêrê, li Duhokê, li bajarek, du bajarî desthilatdar be, lê kêfê bike, nabe ku xizmeteke wiha ji dewleta Tirk re bê kirin.
Heman tişt ne ku berê jî nekir. Hewlêr bi çi rengî kete destê PDK’ê? Saddam hat, Hewlêr bi dest xist û radestî PDK’ê kir. Ewqasî dijminatiya li Saddam hebû, ewqasî dijminatiya li Iraqê hebû. Her roj ev yek dianîn ziman, lê belê Hewlêr di destê YNK’ê de bû. Hêzên Saddam tevî PDK’ê Hewlêr dagir kir û li wir bi dehan hevalên me, hevalên me yên birîndar û nexweş qetil kirin. Yanî gelekî berjewendîparêz e. Nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku ji bo berjewendiyên biçûk, ji bo berjewendiyên rojane paşeroja gele Kurd, paşeroja Kurdistanê dixe metirsiyê. Gelê Kurd êdî vê yekê qebûl nake. Bi kurtasî em di demekê de ku gelê Kurd dikare bi rengekî mezin qezenç bike. Derfetên serketineke mezin hene. Di heman demê de rîsk û metirsiya windakirinê jî heye. Di rewşeke wiha de helwesta PDK’ê ku bûye parçeyek ji êrişên dewleta Tirk, ji dagirkeriyê re dibe alîkar û xizmetê ji dagirkeriyê re dike, ji bo gele Kurd helwesteke gelekî metirsîdar e. Bi vî rengî parşeoja Başûr jî dixe metirsiyê. Ji PDK’ê heye ku Kurdan hemûyan feda bike, eger parçeyên Kurdistanê hemûyan feda bike wê li Başûr bibe desthilatdar. Nabe. Eger li parçeyên din ên Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê nebe, eger azad nebe, li başûr jî wê qadeke desthilatdariyê nedin PDK’ê. Divê ev yek bê dîtin. Lewma divê were dîtin ku rizgariya Kurdistanê bi hevgirtî ye. Ya rast, dijminatiya li Kurdan divê li Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin. Wê çawa ji holê bê rakirin? Heta ku polîtîkaya dewleta Tirk neyê guhertin wê Kurd çawa mafên xwe ewle bikin? Di vê mijarê de em polîtîkayên PDK’ê bi rastî jî fêhm nakin. Dibe ku hêzên derve niha piştgiriya wan dike. Tirkiye, ji ber ku li dijî PKK’ê şer dike dibe ku niha PDK’ê ji nedîtî ve tê, ev bûyerên rojane ne. Nêzîkatiyên welê ne ku bêpêşdîtin e, asoyê paşerojê nîne. Divê dest ji van berdin. Lewma em ji PDK’ê hêvî dikin ku dest ji vê helwestê berde. Ev helwest bi rastî jî nayê qebûlkirin. Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, di rewşeke wiha de bila PDK pê ve mijûl nebe. Eger nêzîkatiya PDK’ê bi vî rengî nebûya, têkoşîna gerîla niha di asteke cudatir de bû. Dewleta Tirk wê ji hev biketa. PDK tevî ku êrişên dewleta Tirk rewa dike, di pratîkê de gerîla dorpêç dike û bi vî rengî di şer de bêhna dewleta Tirk fireh dike, xizmetê ji dewleta Tirk re dike. Gelê Kurd vê yekê dibîne. Dixwaze dest ji vê nêzîkatiyê berde. Li gel hemû kiryarên ku heta niha kiriye, em jî ji PDK’ê hêvî dikin ku dest ji vê polîtîkayê berde.
KETINA ÇEMÇO Û SÎDAYÊ TÊ WATEYA ŞER
Şertê partiyeke Kurd, fêhmkirina hestên gelê Kurd e. Fêhmkirina hestên raya giştî ya Kurd e. Bêyî ku raya giştî ya Kurd, hestên gelê Kurd li ber çavan bê girtin, nabe ku bibe partiyeke Kurd. Nabe ku bibe hêzeke siyasî ya Kurd. Dibe ku beriya 50 salî, beriya 30 salî bêyî gel û raya giştî polîtîka bihata meşandin, lê belê îro raya giştî ya Kurd heye. Rastiyeke gelê Kurd heye. Heta ku ev hest li ber çavan neyê girtin, PDK, PKK, YNK an jî hêzeke cuda nikare bibe partiyeke Kurd. Şertê partîbûna Kurd ew e ku guh bide dengê gelê Kurd. Guh bide dengê raya giştî. Raya giştî niha vê helwesta PDK’ê qebûl nake. Qebûl nake ku li dijî gerîla şer bike. Ji ber vê yekê jî welatparêz hatin, dost hatin. Hatin Hewlêrê, lê dest li wan werdan. Daxwaza wan çi bû? Bila şer nebe. Bila di navbera hêzên PDK’ê û gerîla de şer nebe. Gelo hestek ji vê bedewtir heye? Helwestek ji vê bedewtir heye? Bi rastî jî helwesteke ne demokratîk, ne welatparêz li dijî vê yekê nîşan dan. Ev yek bû sedema wê yekê ku PDK teşhîr bibe, polîtîkayên wê bêhtir bê dîtin. PDK bi helwesta xwe ev yek nîşan da. Di rewşeke wiha de ku raya giştî ya Kurd afiriye, hestên gelê Kurd vê helwesta PDK’ê qebûl nake. PDK çi dike? Hêzê dibe Şêladize, dixwaze biçe Çemço. Ev yek ji xwe biryara şer e. Kêliya ku gava xwe avêt wê derê, ev ê bê wê wateyê ku tevî dewleta Tirk biryara şer daye, wê vî şerî heta dawiyê bimeşîne. Belê, ketina vê herêmê tê wateya şer. Dema ku kete vê herêmê wê gerîla xwe biparêze. Gerîla wê hewl bide pêşî li wê hêzê bigire. Ji ber ku ketina vê herêmê tê wateya dorpêçkirina Avaşînê, dorpêçkirina Zapê. Ev yek wê bê wê wateyê ku tevî dewleta Tirk li Avaşîn û Zapê gava tasfiyekirinê diavêje. Bila gelê Kurd, bila raya giştî ya Kurd bi vê yekê zanibe; Derbasbûna nava Çemço, derbasbûna nava Sîdayê, wê encamên xwe ji şandina hêzê ya ber bi Metînayê girantir bibe. Ya rast li Metîna jî bi vî rengî ye. Li Metînayê jî xwestin şer bidin destpêkirin, lê belê gerîla bi berpirsyarî tevbigeriya. Hêzên me yên Parastina Gel, Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Hewayî bi xwînsarî tevgeriyan, bi nêzîkatiyeke aramîkirinê tevgeriyan û nehiştin ku ev gava PDK’ê bibe sedema rûdana şer. Lê belê wê nikaribe gaveke li Çemço û Sîda bê avêtin, asteng bike. Di rewşeke wiha de wê şer êdî berfireh bibe. Divê gelê Kurd vê bibîne. Divê hêzên siyasî yên Kurd vê bibînin. Pêwîste van gavên nexêr û metirsîdar asteng bikin. PDK divê dest ji vê nêzîkatiyê berde. Me berê jî gotibû. Divê li pozîsyona xwe ya beriya şer, yanî li pozîsyona xwe ya dema beriya destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk vegerin. Di demekê de ku em li dijî artêşa Tirk şer dikin, PDK çima ji aliyê leşkerî ve tevdigere, çima tengav dike, çima dorpêç dike? Bêguman ev gelekî metirsîdar e. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Bi rastî jî tê gotin ku biryara şer dane. Bê bîra we, beriya niha Fazil Mîranî û rayedarekî PDK’ê gotibû, şerekî li dijî PKK’ê dikare bê kirin. Ev axaftin hîn beriya hêza xwe bişîne Metîna kiribû. Ji PDK’ê heye ku eger bi dewleta Tirk re PKK’ê tasfiye bike wê karibe li ser nirxên PKK’ê rûnê. Ya jî bi vî rengî difikire; Eger PKK tasfiye bibe ez ê li tevahiya Kurdistanê serdest bibim. Kes nikare bikeve şûna min. Her kes wê li pêşberî min bi rêzdarî bisekine. Nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan dide. Gelo ev helwest helwesteke welatparêz e, helwesteke demokratîk e? Bila her kes li pêşberî wê serê xwe bitewîne, lê gelê Kurd jî bila li her derê winda bike. Dixwaze ku PKK a ku astengiya herî mezin a li peşiya polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk e, tasfiye bibe…
EV POLÎTÎKA BI PDK’Ê NADE QEZENÇKIRIN
Tê dîtin ku PDK di nava nêzîkatiyeke wiha de ye, lê belê dawiya vê tune ye. Belê em dikarin windahiyan bidin, em dikarin zerarê bibînin, dibe ku pirsgirêk jî rû bidin, lê belê yê ku bi esasî winda bike PDK ye. Ev polîtîka bi PDK’ê nade qezençkirin, wê pê bide windakirin. Ji aliyê polîtîkayê ve PDK hîn jî rastiya vê serdemê nabîne. Li gorî dema beriya 40 salî, beriya 50 salî tevdigere. Kurd û Kurdistan gelekî guherîn. Îro rastiyeke Kurdistanê heye, rastiyeke Rêbertî, rastiyeke polîtîk û îdeolojîk a Rêbertî heye. Îdeolojî û polîtîkaya Rêbertî ne tenê bandorê li Kurdan dike, her wiha li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Rabûna li ber hêzeke bi vî rengî nebaşiya herî mezin e ku li Kurdan tê kirin. Bandora Rêber Apo li Rojhilata Navîn, li cîhanê, li ser Kurdan, tê wateya qezençkirinê. Tê wateya misogerkirina paşeroja Kurdan. PDK nêrîna gel, nêrîna raya giştî ji nedîtî ve tê. Raya giştî ya Kurd êdî xurt e. Hestên gelê Kurd xurt e. Nabe ku ev hest, ev daxwazên raya giştî ji nedîtî ve bê. Dema ku ji nedîtî ve bê wê PDK winda bike. Em di wê baweriyê de ne û hêvî dikin ku PDK wê vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere.
Em bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin ku têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mezin bikin, ji bo PDK’ê ji vê şaşitiyê vegerînin helwesta xwe bi rengekî eşkere nîşan bidin.
DOZA GIRTINÊ JÎ PARÇEYEK JI ŞER E
Doza girtina HDP’ê rewşeke lokal nîne. Parçeyek ji şerê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Şerê li dijî gerîla û zextên li ser HDP’ê nabe ku ji hev cihê bê nirxandin. Her wiha êrişên li ser hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û êrişa li ser gerîla nabe ku ji hev cuda bê nirxandin. Êrişên li ser Rojava û Başûr nabe ku ji van cuda bê nirxandin. Lewma êrişa li ser HDP’ê, parçeyek ji polîtîkaya eciqandina hêzên demokrasiyê, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Divê bi vî rengî bê nirxandin.
Di vir de divê ev yek bê gotin; ji ber ku gelekî tengav bûne, di têkoşînê de gelekî zehmetiyê dikişînin, dixwazin HDP’ê bigirin. Gelo girtina HDP’ê wê wan rizgar bike? Di têkoşîna dijî gelê Kurd de wê wan ji tengaviyê derxîne, wê karibin encamê werbigirin? Bi vê nêzîkatiyê tevdigerin. Ya rast ev yek berhemeke tirsê ye. Berhemeke lawaziyê ye. Eger ne ewqasî lawaz bûna, gavek ji bo girtina HDP’ê nediavêtin. Ji ber ku heta niha hebûna HDP’ê weke ‘li gel me demokrasî û azadî heye’ pêşkêş dikirin, bi kar dianîn. Xwe dispartin vê yekê û êrişî Tevgera Azadiyê dikirin. Êrişî gel dikirin. Dema ku êriş û zext dikirin, argûmana ‘demokrasî li gel me heye’ bi kar dianîn û herî zêde jî hebûna HDP’ê, hebûna wê ya siyasî nîşan didan. Hebûna çend rojnameyan nîşan didan. Eger niha êrişî van dikin, wê demê gelekî tengav bûne. Bi rastî jî faşîzma AKP-MHP’ê gelekî tengav bûye.
YA DIVÊ BÊ KIRIN BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE
Divê mirov girtina HDP’ê bi vî rengî binirxîne. Encama ku ji vê ykeê bê derxistin; Divê nêzîkatiyeke HDP wê bê girtin an neyê girtin nebe. Divê wiha bê gotin; Ev dixwazin HDP’ê bigirin. Gelekî lawaz bûne. Li şûna ku mirov bikeve nava fikarên girtina HDP’ê divê niha têkoşînê mezin bike û vê desthilatdariyê têk bibe. Divê ev desthilatdarî bi erdê re bibe yek. Bi rastî jî ev desthilatdarî wê zû winda bike. Piştgiriya xwe ya hundir û derve lawaz bûye. Belê hin hêz hene ku li derve AKP’ê li ser piyan dihêle. Li hundir jî hinek piştevanên desthilatdariya AKP’ê hene, lê belê ev têrê nake ku desthilatdariya AKP’ê li ser piyan bihêle. Bi rastî jî eger têkoşîn bê meşandin wê ev desthilatdarî hilweşe. Wê hilweşe, ji ber ku rewatiya xwe nema ye, piştgiriya xwe ya hundir û derve nemaye. Karakterekî xwe yê dewletê êdî nîne. Veguheriye dewleteke mafya û çete, hiqûq nîne. Dewleteke bi vî rengî dewleteke lawaz e. Dewlet ji bo xwe li ser piyan bihêle pêwîstiya xwe bi hin saziyan heye. Pêwîstiya xwe bi rewatiyê, bi hiqûqê heye. Lê belê ti moral û nirxekî ku vê dewletê li ser piyan bihêle nemaye. Ji ber vê yekê eger gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û gelê Kurd li ber xwe bide ev desthilatdarî wê hilweşe. Êrişa li ser HDP’ê jî divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Doza girtina HDP’ê jî divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Dikare bigirin, ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn, Dadgeha Bilind hemû formalîte ne. Li Tirkiyeyê hiqûq, dadgeh, dadgerî nîne. Desthilatdarî çi bibêje ew dibe. Êdî dadger jî, dozger jî yên desthilatdariyê ne. Her wiha ne tenê yê desthilatdariyê ye, ew guh didin kesekî bi tenê. Her gotineke wî bûye mîna qanûnê. Ev bi rastî jî encama lawaztiyeke mezin e. Ji xwe Erdogan ewqasî lawaz bûye ku li ber her kesî digere. Xwe difiroşe, Tirkiyeyê difiroşe. Dibeje, ‘li filan cihî ez ê bibim leşker, li filan deverê bibim çi, piştgiriyê bidin min’. Ji bo li ser piyan bimîne êdî tevahiya Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dike. Va ye dibêje ‘Ez ê biçim Efganistanê li wir bibim leşker’. DYE’yê dest li Efganistanê werda, têk çû wê ji wir biçe. Dewleta Tirk wê biçe balafirgeha wir biparêze. Ev yek bi rastî jî cihê şermê ye, ji bo Tirkiyeyê şerm e. Diviyabû Tirkiye neketibûya vê rewşê. Yên ku Tirkiye xistine vê rewşê divê li ser desthilatdariyê nemîne. Divê gel desthilatdariyeke bi vî rengî di nava tifa xwe de bifetisîne.
Desthilatdariya ku rastiya xwe nîne, hilweşîna wê nêz e. Li ser ve bingehê em bang li gel, hêzên demokrasiyê dikin ku têbikoşin, bi wêrekî tevbigerin. Bila lehengiya Kurdan li çiyê bibînin. Bila bibînin bê keçên ciwan ên Kurd çawa şer dikin. Bila li wan binerin û her kes wêrekiyê ji wan werbigirin. Ji kenê wan bila hêzê werbigirin. Eger gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bi vê coş û moralê têbikoşin wê temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê ne mehek jî be.”