NAVENDA NÛÇEYAN – Lehengê Kurdistanê, fermandara nemir, xwedawenda jiyanê, keça Dêrsimê Zîlan. Rêheval Zîlan di 30’ê Hizêrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiya xwe pêk tîne.
Şehîd Zîlan yek ji fermandar û milîtanên pêşeng yê tevgera azadiyê ye, di sala 1995’an de tevlê têkoşîna azadiyê dibe, Heval Zîlan dema ku tevlî nava tevgera azadiyê dibe, pir zehmetiyan dikişîne, bi taybet jî di milî fîzîkî de, lê li ruxmî van hemû zehmetiyan ew tu carî nasekine û hîn li terzî wê bi hemû zehmetiyan re têkoşîn dikir. Dema ku cara yekem heval Zîlan bi navê Rêber Apo bihîst, ji bilî azadiyê tiştek din nehat bîra wê, şehîd Zîlan ji bo ku xwe bi xeta Rêber Apo re bike her têkoşîna wê dida meşandin ev têkoşîna şehîd Zîlan qet lawaz nedibû her ku diçû xortir dibû. Ji bo ku karibe xwe bighîne armancên xwe yên mezin, çalakiyên mezin pêkanîne. Şehîd Zîlan tu carî ev jiyana ji rêzê ji xwe re qebûl nedikir, ji ber ku xwedî îdaeyekî mezin bû, dixwast ku jiyanek azad, mezin û bi wate jiyan bike, dema ku vê çalakiya xwe jî pêktîne bersiva vê yekê dide.
Beşek ji nirxandina Rêber Apo ya ji bo şehîd zîlan
Jin zindiyeke ku bi rengekî bişeref û pîroz, bi nirxên mezin ve divê bi hev re were jiyîn e. Ez dixwazim wateya vê bidim. Gelo piştgiriyeke jiyanê ya ji vê binirxtir çêdibe? Ger mêrxasiyeke we zilamtiyeke we hebe, di vê mijarê de gelo ji xwe nîşandanê hîn binirxtir hewldanek çêdibe? Di saleke dawiyê de min xwest di vî alî de hest û hizrên bi vî rengî bi pêş bixim. Em bi gotina bi şer di eniya derve de ev qas serkeftin me pêk anî ve pesnê xwe nadin. Lê belê riyeke din a jiyanê nîne. Her roj ez di vê mijarê de bangawaziyê dikim, dibêjim “werin em bi rêbazên mirovî ango bêlêdan, bêyî ku bişkînin û hilweşînin, bêyî ku bikujin hin pirsgirêkên vî gelî yên ku hene nîqaş bikin û çareser bikin.” Lê belê dilê van nîne. Bêwijdanên mezin in. Mafê gelekî çi ye, hêviya mirovên di bin zextê de ne çi ne? Naxwazin qet fêm jî bikin. Xwedî feraseteke di bin navê “yekîtî û hevgirtina netewî” de bila gelek tune bibe, hemû mirov li derveyî jiyanê werin hiştin in. Ev ji bo wan qaşo şeref e. Em vê şerefê gelekî baş dinasin. Mînakê vê di dîrokê de gelek in.
Em ji bo ku xwe ji hêzên wiha zalim ên ku gelekî neheq, gelekî kor, ji hilweşandinê û tunekirinê zêdetir armancên xwe nînin, biparêzin vî şerî didin. Lê belê şerên me yên bingehîn ji bo wateyekê bidin tunebûna jiyana xwe, ev enî herî kêm bi qasî eniya şer girîng e. Em bawer dikin ku jiyaneke were qebûlkirin, were hezkirin û rêzgirtin bi asta ku divê di têkîliyên jin û zilam de were bidestxistin ve dê çêbibe. Ez dihizirim ku jinê bi rengekî bikaribe bi xwe biryarê bide, nîqaşê bike, weke di kesayeta Zîlanê de tê dîtin, bikaribe kûrbûna wate û hest bi dest bixe pêş bixim. Di vê mijarê de ez kar dikim ku tiştê pêwîst bikim. Ev a rastir e, taybetî ji bo civaka me erkeke herî pîroz a ku divê were bicihanîn e.