DENİZLİ – Bi minasebeta 25. salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı), ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyek fedaî pêk anî, li gelek deveran bîranîn hatin kirin.
Denizli yek ji wan deran e ku bîranîn lê têne kirin. Jinên ciwan ên welatparêz ên li Denizli bi minasebeta salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı), ku di 30 Hezîranê de biçalekiyek dîrokî ya fedayîne ve şehîd bû, li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Jinên ciwan ji bo bîranîna Deniz Poyraz ê ku di 17’ê Hezîranê de li Avahiya Parêzgeha İzmîrê hate qetilkirin jî nivîsandin. Jinên ciwan ên welatparêz diyar kirin ku ew ê li gorî vîn û fedakariya şehîd Zîlan, li her deverê li ber xwe bidin.