HELEBCE – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber Zanîngeha Helebceyê pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belavkirin.
Îro Komeleya Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya çalakiyên li dijî dagirkerî û kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’ de li ber Zanîngeha Helebceyê pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belav kirin.
Her wiha ciwanan belavokên ku têde qala boykotkirina malên Tirkî dihat kirin jî belav kirin.
Xwendekaran jî eleqeyek zêde nîşandan.