MINBIC – Jinên ciwan bi boneya salvegera 25’emîn a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan a li dijî artêşa Tirk mîhrîcanek li dar xist, çalakiya şehîd Zîlan bersivdana komploya MÎT’a Tirk a li dijî rêber Ocalan a li paytexa Sûriyê Şamê bû.
Mîhrîcan li hola Meclisa Qanûnsaz a Avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û bi beşdariya bi dehan şêniyên Minbicê, endamên sazî û komîteyên taybet bi jinan li dar ket.
Mihrîcan bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama yekitiyê Semer Hezorî axivî û got: “Jinên ciwan her sal xwe li ser bingeha fikrê neteweya demokratîk û şehîdan bi rêxistin dikin û xwe bi pêş dixin.”
Heveroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xilo axivî û diyar kir ku ev roj û ev mîhrîcan piştî gelek berdêlan pêk hat, her wiha bi saya van berdêlan ew îro bi aramî û ewlehî dijîn.
Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya endama Meclisa Jinan a Minbicê Nesrîn El-Elî axivî û ev xal rêz kirin: “Jinên ciwan hêza bingehîn û pêşeng a civakê ne, tevî rewşên dijwar ên ku tê re derbas dibin û siyaseta ku jinan dike armanc jî, da ku fikirê tune bikin, lê jin bi hêz in.”
Piştre stran, dîlanên tirkumanî û çerkesî hatin gerandin û koma Govendê ya Folklora Kurdî jî hunerên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha jinên ciwan şanoya bi navê”Şehîd Zîlan” pêşkêş kir, paşê Meclisa Malbatên Şehîdan jî bi navê”Keça şehîd” şanoyek pêşkêş kir.
Di mîhrîcanê de taekwondoya jinên ciwan hat pêşandan û helbestvana bi navê Aye Hemîd helbestek li ser şehîd Zîlan xwend.
Komîteya Amadekar a mîhrîcanê komên beşdarî mîhrîcanê bûbûn di dawiya bernameya de xelat kirin.