AYDIN - Berxwedana greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgehan destpê kir, 216 roj in didome.
Dema ku berxwedana greva birçîbûnê didome, bi pêşengiya ciwanan li gelek cihan bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê xwepêşandan berdewam dikin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Aydin, ji bo balê bikişîne ser berxwedana greva birçîbûnê ya li zîndanan ji bo bidawîkirina tecrîdê li ser diwaran nivîs nivîsî û pankart daliqand.