BEHDÎNAN – Artêşa Tirk 19’ê Gulana 2021’ê bi piştgiriya helîkopterên Kobra hêzên xwe bi helîkopterên Skorsky li tunelên şer ên li Cîlo yê Biçûk danî. Ya ku ji helîkopterên artêşa Tirk hate danîn vê carê ne leşker bû, lê teqemenî bû. Leşkerên Tirk ên ku newêrin sîng bi sîng li dijî gerîla şer bikin, welê lê hatibû ku nekarî bû xwe li qadên gerîla jî deynin. Di 19’ê Gulanê de bi helîkopterên Skorsky artêşa Tirk teqemeniyên bi gazên jehrê bi werîsan avêt nava paceyên tunelên şer. Teqemenî piştre ketin destê gerîla. Ev madeya ku teqemenî û gazên bi jehr tê de bû, sûcên şer ên ku dewleta Tirk li qadên gerîla dike, radixe pêş çavan.
Gerîlayê HPG’ê Êriş Andok li ser teqemeniyên hatin bidestxistin wiha axivî: “19’ê Gulanê êriş hate kirin û liv û tevgera helîkopterên Skorsky hebûn. Hewl dan ku van teqemeniyan biavêjin nava tunelên me yên şer. Me hîn tespît nekiriye bê teqemeniyeke çawa ye. Dijmin ev teqemenî ji helîkopterên Skorsky bi rêya werîsan avêt paceyên şer ên tunelên me yên şer. Lê belê bi vê rêbazê nekarî encamê werbigire û ev teqemenî kete destê me. Ji xwe ev teqemenî bi korteksê pêçayî bûn ku madeyeke herî hesas e. Ev jî madeyeke welê ye ku bi derbeke biçûk jî diteqe. Em ê lêkolîn bikin ku ev made çi ye û parve bikin.”