NAVENDA NÛÇEYAN – Di merasîma sersaxiyê ya gerîlayê YRK’ê Şaho Sultanyan bi nasnav Hêja Sine de ciwanek biryara tevlibûna nava refên gerîla da. Ciwanê biryar da bang li ciwanên Kurd jî kir daku ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn bikin.
Di merasîma sersaxiyê ya gerîlayê YRK’ê Hêja Sine ya li Silêmaniyê de ciwanek bi navê Navdar Raperîn biryar da tevli nava refên gerîla bibe. Ciwanê biryar da, ji aliyê dayîk û bavê Şehîd Hêja û kesên amade ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin.
Navdar Raperîn di merasîmê de axivî û got:
“Ezê nasnavê xwe bixim Hêja Sine û paşnavê xwe jî bikim Şehîd Sîrwan Alanî. Min biryar da tevli nava refên gerîla bibim û çeka şehîdên şoreşger hilgirim û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo tolhildana şehîdan têbikoşim. Ezê şopa şehîdan bi meşînim û bibim kurê hemû malbatên şehîdan û nasnavê şehîdan rakim.”
Navdar bang li ciwanan jî kir û got:
“Banga min ji bo ciwanên ku berê xwe didin dervey welat ewe ku, ji beriya biryara çûna dervey welat bidin, li rewşa welat binêrin û bizanin di rewşek çawan de ye û ji bo azadiya welatê xwe têkoşîn bikin.”