ŞEHBA – Bi wesîleya sersala şahadeta Lehenga mezin Şehîd Zîlan, çar parçeyên Kurdistanê û cihên ku Kurd lê dijîn cur bi cur merasîmên bîranînê tên pêk anîn.
Îsal li her derê û taybet jî jinên ciwan van merasîmên bîranînê organîze dikin û pêşengtiya van merasîman dikin.
Îro li Şehbayê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo biranina Şehîd Zilan Sînevîzyon hat li darxistin. Dehan ciwan û gelên herêmê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê deLi ser navê rêveberiya Yekêtiya Jinên Ciwan Heval Zîn axivî:
Jina Ciwan diyar kir ku: Ew wek ciwanên Kurd divê xwedî şopa Zîlanan derkevin. Şahadeta Şehîd Zilan ji bo me banga tevlêbûna gerilla ye. Em soza şopdariya Zilan û hemû şehîdên Kurdistanê dibin.
Sînevîzyon diruşmên “Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.