NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya her tiştî dema ku ez ber bi Gabarê ve diçûm dilê min tijî kelecan bû.
Bi sala ye ev cihên ku min mereq û xiyal dikir ez diçûmê. Bi xweş û dilşad jiyankirin, bi rastî jî hesteke pir bi wate û xweş e. Ji ber ku cih û wareke hem di aliyê dîroka partiya me de cihekê xwe yê pir girîngî heye, hem jî bi bedewbûna xwe û dewlemenidiya xaka xwe ya pîroz mirov li ber xwe ve dikişîne nava dilê xwe ku mirov wê hestên bi wate û ku zû bi zû nayê jiyankirin.
Dema em beriya ku bi rêbikevin, hevalê Sebrî ji me re civîna ku li darxistî, ji bo min û hemû hevalan pir baş bû. Ev civîn ji bo pratîka demê pêş ve biçe hîn zêdetir perspektîf û hêşyarî da me. Balkişandina ser gerîlatiyê bi rastî jî xalekê di cih de bû. Pêwistiyên rêzikên jiyana gerîla bi cih anîn pir girîng bû. Em ê niha ji Çiravê ber bi Gabrê ve bikevin rê. Ez di dilê xwe de heskirinek mezin, heyecan û coş dijîm, ji bo ku ez diçim Gabarê, da ku kîn û tolgirtina di dilê xwe de birijînim li ser dijmin.
Dema par Şehîd Serdem şehîd ketî, min soz da ku ez biçim herêma Gabarê, dema ku ez bi cih tînim, ji aliyekê ve kêfxweşî û ji aliyekê din ve jî dema ez li heval digerim û nabînim pir pê diêşim û xemgîn dibim. Tevî her tiştî ew soza ku ez didim, pêwistiyên wê heyanî dawî bi cih anîn, min pir kêfxweş dike.
Herî dawî dema ku min nivîs li vê lênûsê nivîsand, weke ku min dixwest min nikaribû ku ez binivîsim. Ji ber ku mirov çi bîne li ser ziman jî ji bona bedewbûna vê xaka pîroz dîsa mirov kêm dimîne.
Ez hêvîdar im hevalên ku bêne herêma Gabarê bikaribin hestên xwe wek dixwazin û wan hestên ku di kûrahiya dilan de jiyan dikin, li gorî dilê xwe bikaribin binivîsîn û bikin malê dîroka bi wate.
Slav û Rêzên Şoreşgerî
Azad Torî
Çirav/ Gabar
7.10.2008