NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 218 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 197’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 180’yemîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 44’yemîn dewr girt di roja 217’emîn de berdewam dike.
Li gorî agahiyan ji Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’ê û Tîpa D ya Amedê gelek girtî ji bo girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ragihand ku di 30’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de 8 girtî ji girtîgehên li Edene, Kirikkale û Xarpêtê hatin sirgûnkirin.
Ji girtiyan Ferhat Kaya û bdulsîttar Ozer ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, Ahmet Kaya ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’ê ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kurkçukler a Edeneyê, Emrah Dûrmaz û Tarik Aslan ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1’ê ber bi Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Kendal Barût ji Girtîgeha Tîpa D Amedê ber bi Girtîgeha Xarpêtê, Cengîz Kazici û Firat ê paşnavê wî nehat zanîn ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê ber bi girtîgehên Edene û Kirikkaleyê hatin sirgûnkirin.
Hate ragihandin ku hejmara girtiyên ji girtîgeha Amedê ber bi girtîgehên cuda ve bên sirgûnkirin dikare zêde bibe.