NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker duh ragihandibû ku YPG`ê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî êrîş pêk anîne û di wan êrîşan de 7 şervanên YPG`ê hatine şehîdkirin.
Navenda ragihandin YPG`ê bi twîtekê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk derewand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê fermî Twîtterê da û got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker belavkirina nûçeyên derew berdewam dike. Hêzên me li herêma navborî neketine nav liv û tevgerê û êrîş bi ser tu deveran de nebirine.”