NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker a 12’ê Hezîrana 2021’ê ya li devera Tîpa T a girêdayî Herêma Zapê de hevrêyên me Berwelat û Gulistan ên li ser erka xwe bûn şehîd bûne.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wina ne:
Nasnav: Berwelat Mazlûm Nav û Paşnav: Muhlîse Huseyîn Cihê Jidayikbûnê: Hesekê Navê Dayikê-Bav: Îlham – Abdurrahîm Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Hazîrana 2021 |
***
Nasnav: Gulistan Çiya Nav û Paşnav: Newroz Buzî cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayikê-Bav: Selwe – Ahmet Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ 12’ê Hazîrana 2021 |
Êrîşên dewleta Tirk a qirker ku bi armanca qirkirinê dane destpêkirin, bi berxwedana bi pêşengtiya jinên azad ên Kurdistanê, her roja diçe derb dixwe û her diçe di encama van derbaxwarinan de sîstema qirker li ber hilweşînê ye. Bi berxwedana dîrokî ya ku berdêla wê çi dibe bila bibe li dijî mêtingeriyê ketine ser rê, di sîstema mêr a serwer de jinên azad ên Kurdistanî ku qûlên qet neyên pînekirin vekirin, temînata teqez a serketinê ne. Hevrêyên me Berwelat û Gulistan bi berxwedana li Zap û lehengiya xwe bûye yek ji xelekên vê serketinê, cihê xwe di dîroka Azadiya Jinê de girtine.