MAINZ – Jinên ciwan ên ji TekoJIN, ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst hatin cem hev, li navenda bajêr bi alên PKK û Rêber Ocalan çalakiyek li dar xistin.
Di xwepêşandanê de ji bilî alên PKK û Rêber Ocalan, jinên ciwan meşaleyên rengîn bikar tînin û bê navber diruşmên Elmanî “Es Lebe Ocalan”, “Es Lebe PKK” û “Bijî Berxwedana Gerila” digotin.
Çalakiya ku bi qasî nîv saetê dewam kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.