NAVENDA NÛÇEYAN – Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ve bîlançoya şewatên xwe yê mehane parvekir.
Daxuyaniya Însiyatifa Zarokên Agir wiha ye:
“Bi avakirina T.C’yê re erka tunekirin û mêtîngeriya Kurdan dane wan heta roja me ya îro dewleta Tirk ji bo vê erka xwe pêk bîne rê li kiryarên dijî mirovahiyê daye. Di salên 1990’an de dewleta faşist ya Tirk li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin, bi hezaran Kurd ji welat û axên wan sirgunê metropolan kirin û ew kirin dorpêçkirina bişaftin û qirkirinê. Dewleta mêtînger ya Tirk di roja me ya îro de jî di heman politikayan de israr dikin. Li Roboskî 34 mirovên me qetilkirin, li Cizîrê di bodroman de xwîşk û birayên me yên birîndar bi zindî şewitandin, çiya û axa Kurdistanê bomberankirin, şewitandina daristanan, rêz ne nîşandana miriyên kurdan goristanên wan bombebarankirin, yên ku di partiyên Kurd yên siyasî de kar dikin qetilkirin û bi deh hezaran avêtina zindanan ji van kiryarên hovane hinekin.Em wekî Înîsiyatîfa Zarokên Agir li hemberî van wahşet û qirkirina dewleta Tirk ya barbar derketine û ji bo tola van kiryaran bigirin mirovên ku sond xwarine. Em Kurdên bi rûmet yên ku li hemberî vê hovitiyê bersivdayîna bi deh qatî ji xwe re kirî armanc in. Ji ber vê yekê jî Înîsiyatîfa Zarokên Agir îradeya Kurdan ya tolhildanê ye. Platforma hesabê sed salî ji dewleta dijmin ya Tirk pirsînê ji xwe re esas digireye. Me di nava vê heyvê de jî li metropolên Tirk fabrîqe, kargeh, depo, atolye, erebe û dikan girêdayî AKP-MHP û piştgirîvanên wan şewitandin û tol girtin. Banga me ji bo hemû Kurdan ewe ku hûn endamên xwezayî yên Înisiyatifa me nin, her cihên ku hûn lê jiyan dikin çi tiştên girêdayî faşistan heye bişewitînin û piştgiriya ji bo agirê azadiyê di bin Înisiyatifa we de ye. Tenê bi rexnekirin, axaftin û avêtina twwiteran hesap nayên pirsîn û tol nayê girtin. Dem dema ketina tevgerê û ji Roma bêbext hesap pirsîn û tol girtinêye.”
BÎLANÇO;
EREBE-OTOMOBİL: 33
KAMYON-TIR: 6
FABRÎQA: 15
KARGÊH- ATOLYE: 7
TESİS: 4
DİKAN-AVM: 3
OTEL: 1
YAT-TEKNE: 5
KANTÎN: 1
DEPO: 5
ÇİFTLİK: 1
MINIBÛS: 3
RESTORANT: 1
MEKÎNEYEN KAR: 3
KONAK: 1
KARAVANA: 1