QAMIŞLO –
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Di navbera 21’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekên giran rêzeêriş li dijî gundên Girê Spî, rêya M4 û derdora bajarokê Eyn Îsayê pêk anîn.
Gundên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine topbarankirin ev in: Xirbetbeqer, Arîda, Bîr Zinar, Leqleqo, Sewan, Meblûca, Zenûbiya, Silîp, Ferhûna, Kor Hesen, Depoyên Qizelî û herêmên derdorê wê. Her wiha gundên derdora bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 jî bi obus û hawnan hatin topbarankirin. Li aliyekî din jî hewl dan li van herêman bi pêş de bikevin, lê şervanên me bersiv dan.
Di encama van êrişan da hejmarek mezin sivîl birîndar bûn û sivîlê bi navê Mihemed Îbrahîm El-Hîşer şehîd bû.
Şervanên me di çarçoveya mafên parastina rewa de, bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê da û rêze çalakiyên tolhildanê li dar xistin. Di encamê de 8 çete hatin kuştin, 2 kamereyên çavdêriyê hatin desteserkirin, du xendeq, du maşîneyên leşkerî û tankek hatin rûxandin.”