NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya 6 mehan eşkere kir. Li gorî daxuyaniya HRE’yê di nava 6 mehan de 31 leşker, 2 sîxurên MÎT’ê û 79 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 6 mehên destpêkê yên 2021’ê eşkere kir. HRE’yê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku 31 leşker, 2 sîxurên MÎT’ê û 79 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 83 jî birîndar bûne. Her wiha 26 wesayîtên leşkerî, 2 motor, dûrbînek termal û dûrbînek rojê, kargehek û 4 baregehên leşkerî hatine rûxandin.
Daxuyanî wiha ye :
“Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, li hemberî gelê me her cûre pêkanînên der mirovahî dide meşandin. Li ser demografya û xwezaya Efrînê polîtikayên qirêj dimeşîne. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedefkirin. Li hember pêkanînên der mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê herêmê dimeşîne, çalakî û berxwedana hêzên me bi awayek xurtir berdewam dike. Di 6 mehên destpêkê ya sala 2021’ê de li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin û di wan çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hat xistin.
Hêzên me di 6 mehên destpêkê ya sala 2021’ê de li dijî artêşa dagirker û komên çete, bi giştî 67 çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de; 1 ji wan serleşker, 31 leşker hatin kuştin, 27 leşker hatin birîndarkirin. 2 endamên MÎTê hatin kuştin, 2 endamên MÎTê jî hatin brindar kirin. Her wiha personelek artêşa Tirk a dagirker hat kuştin. 2 ji wan serçete bi giştî 79 çete hatin kuştin, 83 çete jî hatin brîndar kirin.
Di wan çalakiyan de; 19 wesayîtên leşkerî, 1 wesayîta kar, 2 motor, 2 wesayîtên zirxî bi cûreya kîrpî, 4 doçka tevî wesyîtan wan, 1 dûrbîna termal, 1 dûrbîna roj, 1 bêtêl hatin ruxandin. Herwiha kargehek girêdayî çeteyan û 4 baregehên çeteyan jî hatin rûxandin. 2 wesayît hatin derbkirin.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 1 BKC, 3 AK-47, 1 dûrbîna şevê, 1 bêtêl û 3 telefon hatin desteserkirin.
8 sivîl şehîd bûn
Artêşa dagirker ji destpêka sala 2021‘an heya niha bi sedan caran herêmê topbaran kir. Di wan topbaranan de 4 ji wan zarok 8 welatî şehid ketin û 11 welatî jî brîndar bûn. Herwiha çeteyên dagirker 3 caran êrîşê bejahî lidar xistin.
5 şervan şehîd bûn
Di êrîşên artêşa dagirker û komên çete de 5 rêhevalên me gihiştin şehadetê.”