QAMIŞLO – Yekitiya Jinên Ciwan li ser asta herêma Cizîrê, li Qamışloyê, Pêngaveke nu ya ku bi şiyara “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de da destpêkirin û bi vê munasebetê ve meşeke girseyî pêkanîn.
Di çarçoveya vê meşê de Sedan Jinên ciwan meşiyan û piştê meşê daxuyaniyek hate xwendin.
Jinên Ciwan daxuyaniyê de wiha gotin:
Di sedsala ku em tê de jiyan dikin di asta herî jor de dewletên kapîtalîst li dîjî îradeya gelan pêlanên xwe yên qirkirinê didin meşandin. Ji qirkirina çandî fîzîkî bigre heta ekoloji û jinê bi şêwazekî herî nemerdane dikin meryetê. Bi taybet gelen li ser axa pîroz bi hezkirin û baweriya azadiyê ve jiyan dikin dixwazin qirkirin û mêtingeriyê bikin qedera wan û bi wan bidin qebûl kirin.
Yê ku herî zede ji para xwe ji vê yeke girtiye jinê bi hemû rêbazan jin kuştin, tecawuz kirin û revandin û her wekî din hatiye her tim xwestine wê mehkumê koletiyê bikin, lê ev yek tu car ji aliye jinê ve nehatiye qebûl kirin û her tim li dijberî wî jin din av tekoşîn û serhildanê bûne. Bi eriş û qetlîama jina ve girêdayî hemû eriş dagirkerî talanan li ser axa me polîtîka hemû bi yek armancê tûnekirina gelen azadîxwaz e.
meşa Jinên Ciwan ji aliyê şêniyên Bajêr ve rastî eleqeyeke mezin hat.