BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir çalakî bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê li herêma Metîna 3 û li herêma Xakurkê 3 dagirker hatine cezakirin.
Daxuyanî wiha ye:
”1. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metîna;
-7’ê Tîrmehê saet 19:30’an li Girê Koordîne çalakiyek dijî dagirkeran hatiye kirin. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 2 dagirker tê de bûn irine hedef, mewzî rûxandine û 2 dagirkerên li mewziyê hatine cezakirin. Baskê duyan ê çalakiyê mewziyeke dî ya li gir kirine hedef, mewziya ku bûyî hedef hatiye rûxandin û 1 dagirkerê li mewziyê hatiye cezakirin.
Di vê çalakiyê de ku bi taktîka gerîlayê serdema nû hatiye kirin 3 dagirker hatine cezakirin, 2 mewzî bi temamî hatine rûxandin.
2. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê;
-7”ê Tîrmehê saet 08:30’an li Girê Şehîd Şervan ê Lêlikanê li dijî dagirker çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de mewziyeke dijmin a li gir hatiye rûaxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi wesayitên sivîl ji qadê rakirin.
Li gorî daxuyaniyê, ”7’ê Tîrmehê saet di navbeyna 21:15-23:00’an de li qada Mervans a Avaşînê û Tabûra Ereban çûnûhatine helîkoptêran çêbûye.”