NAVENDA NÛÇEYAN –
Li herêma Hewreman a Herêma Kurdistanê cara yekemîne tîma futbolê ya jinan tê avakirin. Wê di nava çend rojên bê de ev tîm tevlî tornovayek seranserî Iraqê bibe.
Kloba Xurmal tîmek taybet a jinan a bi navê Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmal ava kir. Li herêma Hewreman ev yekem tîma jinan a fotbulê ye.
Lîstikvan Hetaw Mehmûd ji Rojnews’ê re diyar kir ku hêvî dikin ku ew jinên ku hezkirina wan a futbolê heye, tevlî tîmên wina bibin û girîngiyê bidin hêza xwe.
Hetaw eşkere kir ku ji bo tevlî maçek a li Helebce bibin niha amadekariyan dikin û got ku armanca wan bi destxistina pileyek başe.
Lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmal hemû ne ji Hewremanê ne, hinek jin ji derve tevlî tîmenê bûne.
Lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmal , Êman Berzan bal kişand ser aliyên darayî yê tîmê û got:”Niha aliyê aborî yê piraniya lîstikvanan lawaze. Lê, hemû di nava hewldanê dene ku bigihîn astek baş. Hêvî dikin ku alîkariya tîma jinan were kirin.”
Perwerdekarê lîstikvanên jin Karwan Hime Xerîb diyar kir ku li tîma di astek pêwîst de ye û got ku hewl didin ku zêdetir pêş bikevin.
Karwan Hime Xerîb eşkere kir ku armanca wan ewe ku jin zêdetir bên nava werzîşê de û guh nedin zayend û temen û got:”Em dixwazin jinên vê herêmê, di warê werzîşê de zêdetir pêşbixin, lewma me ev tîm ava kir.”
Herwiha Lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Xurmal Kajaw Mihemed diyar kir ku wezîrş tiştek pêwîst û girînge û hez jê dike. Kaje Mihemed ji jinan xwest di mal de nemînin.
ÇAVKANİ: ROJNEWS