NAVENDA NÛÇEYAN –
“Şerê Qendîlê destpêkir, di şer de hevalê Simko fermanderiya wî şerî kir ew şer wisa bi ser xist, di nav dîroka tevgera Apocî de hinek kêliyên pêşketinê hene, ango hinek merhele hene merheleyên esase, di van merheleyan de me qezenckiriye pêşketin çêbûye, hinek şerê mînak çêbûne di nav wan şeran de hinek fermandarên wisa mînak derketine. Di nav van fermandaran de yek kêliyê di şerê Qendîlê de ye û yek fermandarê ku çêbûye hevalê Simko ye. Fermandarekî herî mezin…”
Hevalê Simko di 3ê meha Îlona 2011an de şehîd bû. Sala 2011an ji bo tevgera Apocî, salake dîrokî bû. Ji bo tevgera Apocî tengav bike, dewletên dagirker Îran û Tirkiyeyê li hev kiribûn. Ji bo ku bi hev re di ser me de werin, li Qendîlê şerekî dijwar dabûn destpêkirin. Fermandariya wî şerî hevalê Simko dikir. Ji ber hinek sedeman Tirkiyê nikarîbû êrîş bike, weke hate xwestin nikarîbû hedef û armanca xwe pêk bîne. Dewleta Îranê jî di Qendîlê de êrîşî tevgera me kir, di wan deran de şerekî dijwar meşiya. Di wê demê de dewleta Îranê her cûre teknîka xwe bi kar anî lê di wî şerî de bi ser neket û di dawiyê de neçar ma ku binketina xwe qebûl bike. Hevdîtinek pêk hat. An rojên dawî bûn an jî şer rawestiya bû, di topbarana dewleta Îranê de hewanek li nêzî hevalê Simko ketibû û bi wî rengî birîndar bû û şehîd ket.
Di wî şerê li şaxa Casûs a Qendîlê a li dijî Îranê pêk hatî de, hevalê Simko rola xwe ya fermandariyê leyist. Esas ew e ku yê em bi ser xistin, fermandarê me hevalê Simko bû. Piştî şehadeta hevalê Simko, ew di nav tevgera me ya Apocî, xebatên me yên Rojhilat, hêzên me yên YRKê de, wek sembolek û fermandarekî mînak hate naskirin. Em jî her sal bibîr tînin û ji nêzîkatiyên wî encaman derdixin. Fermandarên mezin ji bo me dibin mîrasekê û em li ser wê mîrasê têkoşîna xwe didin meşandin. Em li ser hîmê hevaltî, fermandarî û têkoşîna hevalê Simko mezin dibin. Ji xwe ya ji bo me pêwist ew e ku em bi şehîdan re girêdayîbin û di rêya wan de bimeşin. Li ser vê bingehê divê hevalê Simko were naskirin, jiyana wî, têkoşîna wî, fermandariya wî, gerîlatiya wî were zanîn, divê em meşa wî ya di nava têkoşînê de bizanibin, bizanibin ku ew çawa meşiyaye di nav rêyan de.
Heval Simko ciwanekî Rojhilatî bû. Di nava malbateke welatparêz a di halê xwe de mezin bibû. Di nava tevgera me ya Rojhilat û gelê me yê Rojhilat de tevgera Apocî û tevgera PKKê nas dike, lê piştî dîlgirtina Rêber Apo û şûnde tevlê dibe. Piştî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, li çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê kurd rabûn ser piyan. Dîsa li çar parçeyên Kurdistanê, serhildanên mezin çêbûn, bi dehan gelê me xwe şewitandin û şehadet çêbûn û têkoşîn pêş ket, li dora Rêber Apo gel bû xelek. Vê xelekê, Komploya Navnetewî pûç kir. Pûçkirina vê komployê, ji bo gele me yê li Rojhilat jî bû bersiva herî baş. Herçiqasî gelê me yê Rojhilat di nava tevgera Apocî de zêde xurt nebûn û li Rojhilatê Kurdistanê rêxistina me tinebû, ewqasî ji tevgera Apocî bi bandor bibûn ku serhildanên pir xurt li Rojhilatê Kurdistanê çêbûn. Vê jî bandareke mezin çêkir. Di wê demê de jî dewleta Îranê bi dehan car êrîş kir û bi dehan car welatparêz şehîd bûn û însanên me şehîd bûn. Bi rastî jî gel serhildaneke wisa bi wate, bi qîmet û qedir bersiv da, hem jî xwe berpirsiyar dît. Pişt re gelê me yê Rojhilat pêş ket û heta roja me ya îro hat. Di nava wê pêşketinê de hevalê me û însanên me, ciwanên me bi tesîr bûn. Hevalê Simko jî yek ji van hevalan bû ku di emrekî biçûk de tevger nas kir, rastî dît, xwedî li Rêber Apo derket, mereq kir û bi vî rengî di 1999an de tevli partiyê bû. Tevlêbûna hevalê Simko tevlêbûneke wisa ji rêzê û normal nîne, tevlêbûneke bi wate ye. Ji ber ku di pêvajoya komployê bû, hin kesan jî têkiliya xwe ji tevgera Apocî dûr dixist, lê gelê me xwedî lê derket. Ciwanên wek hevalê Simko, gelek însan di wan deman de tevli tevgera Apocî bû. Ji xwe demeke kurt de hat, tevlê bibû û perwerdewa şervanên nû dîti bû. Nêzî salekê di xeta Başûr de dimîne. Piştî wê, hevalê Simko dixwaze derbazî Bakûr bibe û xwe ji bo saha Dersimê pêşniyar dike. Hevalan jî pêşniyara wî qebûl kir û di sala 2001ê de derbasî saha Dersimê bû. Di wan deman de piştî ku komplo li ser Rêbertiyê hate bi pêşxistin salên 2000-2001û heta 2004 ji bo tevgera Apocî saleke zehmet bû. Di milekî de komplo li ser Rêbertiyê çêbûye, têkoşînê me komplo pûç kiriye lê ya dijimin dixwaze di komployê de encamê bigire. Hinek tasfiyekar jî di nava tevgera Apocî de derketibûn, şûnde dikişand. Her kesî di wê demê de wisa digot, “esas gerîlatî xelas bûye,” yên digotin, “Serok Apo hatiye girtin û ketiye zîndanê em gerîlatiyê çi bikin, ango em çima şer bikin çima li ber xwe bidin, divê em teslîm bibin.” Hem dijmin wisa digot hem jî hêzên Kurd ên ku dijminatiya tevgera Apocî dikirin jî wisa digotin. Lê di hundirê tevgera Apocîtî de hinek kesên wisa lewaz , şikestî yan jî tasfiyekar jî wisa digotin, hemûyan digotin, “ji xwe Serok hat girtin êdî berxwedan ne pêwist e.” Lê gelê me jî wisa negot, gelê me rabû ser piyan, xwe şewitand û berxwedanî kir, serhildan da meşandin. Mesaja gel ev bû; divê çi bikin, divê em berxwedaniya xwe mezintir bikin, divê em ji bo azadkirina Serokatiyê û bersivdayînê tev li gerila bibin û gerîlatiya xwe xurt bikin. Hin kesan jî digot divê em dev ji gerîlatiyê berdin.Di wê demê de heval Simko çi kir? Hat tevlî gerîla bû û pêşniyara xwe jî kir, di wê demê de cihê herî zor û zehmet Bakûr bû. Digot, “ez dixwazim biçim Bakûr û li wir gerîlatiyê bikim.” Hevalê Simko însanekî wisa bû û ciwanek bû ku di demeke wisa de tevlê bibû.
Tevgera me, quweta me dişandin Başûr. Li wir perwerde dibûn. Hevalên li Başûr perwerde didîtin, dişandin Bakûr. Di nava gruba li wir perwerde dît û derbasî Bakûr bû, yek ji wan jî hevalê Simko bû. Min wê demê hevalê Simko nas kir. Sala 2001ê bû, tê bîra min. Em diçûn Erzûrûmê. Koma hevalê Simko wan jî ya Dersimê bû. Me bi hev re amadekarî kir û em bi hev re çûn Dersimê. Nêzî du, sê mehan em bi hev re man. Hevalê Simko di nava koma me de yê herî ciwan bû. Heta hinek hevalan di nav xwe de digotin hevalê Simko nû tevlê bûye, ciwan e, dibe ku di van pêvajoyên zehmet de, zehmetiyan bikişîne, nikaribe di rê de biçe. Lê hevalê Simko guh nedida van gotinan. Bi rastî jî îradeyeke wisa xurt pê re hebû ku pirsgirêk dernedixist. Tevî hevalên salan û bi pispor, wek hevalekî ciwan û nû, meşiya û hat Dersimê. Bi rastî jî bi biryar bû. Heval zêde Kurmancî jî nizanibû. Em hevalên ji Bakûr, me jî zêde bi Soranî nizanibû. Li gel vê yekê jî mereq dikir, rast dikir, tev li jiyanê dibû. Ti carî nedigot ez nizanim an jî ez fêm nakim, zehmetiyan dikişînim. Bi me re meşiya û heta Dersimê hat. Hevalekî xwedî sekin û îrade bû. Ji bo wê, hevalan pêşniyar kiribû. Heval Simko salekê di şervanên nû de mabû. Bawerî dabû hevalan û lewma jî hevalan şand û xwesteka wî hebû û çû. Em bi hev re li saha Dersimê neman, lê hevalên pê re mane û behsa wî dikin. Bi rastî jî li saha Dersimê di demeke kin de, hem gerîlatiyeke baş û hem jî germandariyeke baş kir. Çend salan li Dersimê ma, gerîlatiyê fêr bû, tecrube girt. Li wir saha herî zehmet Behra Reş bû. Heval li wir jî pêşniyar kir û derbasî Behra Reş bû. Li wir jî bû mînaka gertîlatiya herî serkeftî. Ango Behra Reş ne Kurdistan e, axa Tirkiyê ye. Hevalên li Dersimê diçûn, di Erzûrimê re me dişandin, ên bijare diçûn, yên ku di gerîlatiya xwe de bi tecrube ne, di şer de tecrubeyên wan hene, divê hevalên wisa bi xwedî îrade bin. Hingê di Behra Reş de, quwetên me tîmên sê, çar kesî bûn. Li wir Kurd tine ne. Dijminê me ne tenê esker in, sivîlên wir jî dijmin in. Ji xwe, kî te bibine giliyê te dike. Hevalê Simko ev zehmetî ji xwe re nedikir asteng. Çu û li wir jî gerîlatî baş kir û li wir jî pêş ket. Ji Dersimê heta Behra Reş, gerîlatiya herî rast kir. Hevalên pê re mane û berpirsiyariya kîjan tîmê kiribe, tev jê razîbûn.
Di sala 2006an de konferansa HPGê çêbû. Di wê konferansê de hevalê Simko, li gel temenê xwe yê ciwan, lê tecrubeya xwe ya çar, pênc salan, xebatên xwe yên serkeftî yên Dersim û Behra Reş, ji bo Konseya Leşkerî ya HPGê hat pêşniyarkirin. Mesela hinek heval hene 20 – 25 heval bûn. Her yek ji van hevalan 15- 20 sal gerîlatî kirine, ew ne endam bûn, lê hevalê Simko ku 5-6 sal gerîlatî kiribû, bû endamê konseya leşkerî ya HPGê û berpirsiyariyeke wisa girt, ango ew hêz tê de dîtin. Bi rastî jî hevalê Simko di demeke kurt de di nav tevgera Apocî de xwe pir pêş xist, hat asta ku di nav HPGê de erka herî bilind bigire, ango van îspat kir tevgera Apocî, însanekî di demeke kurt de, ewqas nû be bi pêşbixe û astekî pêre çêbike. Ji wê û şûnde heta 2008 hevalê Simko li saha Bakûr ma. Piştî 2008 ji bo perwerdê ji qada Bakûr hate qada Başûr. Li wê derê perwerde dît. Di 2009an de jî perwerdeya PKKê dît, piştî dewreya perwerdeya PKKê, rêxistinê vesaziya wî li Rojhilat çêkir. Li Rojhilat jî tekoşiya û astak pêre çêbû. Heval her erk û xebat, bi awayekî serkeftî kir. Di 2011an de dema şerê Qendîlê yê di navbera dewleta Îran û me de çêbû, wê deme tevli wî şerî bû, fermandariya wî şerî wisa kir ewqas tecrûbe girt û xebat kir. Di destpêkê de jî me gotibû, pilana dewleta Tirk û Îranê hebû. Dixwest di Qendîlê de darbe li me bixin, bi hevre me tine bikin.
Şerê Qendîlê destpêkir, di şer de hevalê Simko fermanderiya wî şerî kir ew şer wisa bi ser xist, di nav dîroka tevgera Apocî de hinek kêliyên pêşketinê hene, ango hinek merhele hene merheleyên esase, di van merheleyan de me qezenckiriye pêşketin çêbûye, hinek şerê mînak çêbûne di nav wan şeran de hinek fermandarên wisa mînak derketine. Di nav van fermandaran de yek kêliyê di şerê Qendîlê de ye û yek fermandarê ku çêbûye hevalê Simko ye. Fermandarekî herî mezin… Ji bo me dibin mîrasekê û em li ser wê esasê têdikoşin. Girêdayîna me ya bi şehîdan re û di rêya wan de meşandin, ji bo me pêwist e. Li ser wî esasî divê em hevalên şehîd nas bikin, jiyana wî naskin tekoşîna wî naskin, fermandariya wî, gerîlatiya wî, çawa meşiyaye gereke em bizanin û bîranînên wî bi rêz û hurmet pêk bînin.
Bîranîna şehîdan rêya me roni dike, me û têkoşîna me bilind dike…
İrfan Amed