NAVENDA NÛÇEYAN – Di Rûbarê Geliyê Elî Beg de ciwanekî ji Rojevayê Kurdistanê xeniqî.
Di dema avjenîkirinê de li bajaroka Soran a ser bi Hewlêrê di Rûbarê Geliyê Elî Beg de ciwanê bi navê Celal Îbo Mihemed (20) ê ji Rojevayê Kurdistanê xeniqî.
Rêveberiya Saziya Parastina Şaristaniyê ya Soran diyar kir ku ciwanê xeniqî li bajarokê Şawêş dima û bi armanca geştê serdana Geliyê Elî Beg kiriye.
Di nava 6 mehên borî de li Soran ev kesê 8’emîne dixeniqe.