MINBIC – Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sara El-Casim li pêşiya navenda ciwanan a li naverasta bajêr daxuyaniya ragihandina hemleyê xwend. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Komîteya Ciwan û Werzîşê jî amade bûn.
Ji bo avakirina civakeke bi tendurist û ciwanên berpirsyar, Tevgera ciwanan tevî komîteyên ciwanan, ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Werzîşê û Çand û Huner hemle da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelek caran rewşa civakî ya xirab û zehmetiyên ku tên jiyîn bandorê li hin kesan dike ku û di encamê de ew kes berê xwe didin madeyên hişbir. Herî zêde ciwanên di temenekî biçûk de pê bandor dibin, ji ber ku xeteriya wan madeyan nas nakin û dixwazin xwe ji wê rewşê dûr bixin.”
Her wiha hat destnîşankirin ku bi rêjeyeke zêde ciwanên di temenê biçûk de ji ber mercên taybet bi wan ji aliyekî ve û ji ber ku dixwazin xwe îsbat bikin ji aliyekî din ve, wan madeyan bi kar tînin. Bêyî ku xeteriya wê ya mezin çi li ser beden û derûniya wan yan jî li ser civakê nas bikin.
Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê kir ku pêwîste her kes li hemberî vê rewşa metirsîdar xwe berpirsiyar bibîne.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar, hêzên ewlekariyê û têkoşîna li dijî madeyên hişbir û li malbatan hat kirin ku hişyar bin û li hemberî belavbûna vê diyardeyê di nava civakan de bisekinin.
Di dawiya dauxyaniyê de wiha hate gotin: “Em bang li malbatan dikin ku li zarokên xwe balder bin û wan ji dost û hevalên nebaş û heta înternetê û hinek cureyên dermanan ku dibin sedema bikaranîna madeyên hişbirê, dûr bixin. Em bang li aliyên peywendîdar jî dikin ku bi awayekî cidî di vî warî de tev bigerin û bazirganên madeyên hişbirê ceza bikin.