QELADIZ – Komeleya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ de li bajaroka Qeladizê Konê Berxwedanê danîn û li binê kon pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan belav dikin.
Piştî saetên nîvro Komeleya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ ya ku li dijî dagirkeriya Tirk ragihandine, li Parka Şar a Qeladizê konê berxwedanê danîn.
Li ser armanca çalakiyê Endamê Ciwanên Welatparêz Çêner Mihemed, ji Rojnews’ê re diyarkir, armanca wan li dij derketina dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk a li ser xak û gelê Kurd e.
Çêner bang li gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd kir li dijî êriş û dagirkeriya Tirk rabin.
Her wiha da zanîn yek ji armancên din a çalakiya wan belavkirina fikir û felsefeta Rêber Ocalane ku ew jî bi belavkirina pirtûkên wî dikin.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS