NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di salvegera 39’an a Berxwedana Zindanan a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de ku li dijî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê hate lidarxistin, di şexsê hevrê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û weke şopdarên wan soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin.”
DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE DÎROKA BERXWEDANÊ HATE NIVÎSANDIN
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Beriya niha bi 39 salan li dijî kiryarên teslîmgirtin, bêîradehiştin û êşkenceyê yên li zindanan ji aliyê faşîzma 12’ê Îlonê ve hate meşandin, Berxwedana Zindanan a Mezin a 14’ê Tîrmehê di 14’ê Tîrmehê de ku roja rûmeta neteweyî ya gelê me û tevgera me ye dîroka berxwedanê nivîsand û rê neda tarîtiya qirker û înkarê ya faşîzmê. Li dijî tarîtiya ku faşîzma 12’ê Îlonê dixwest biafirîne, li zindanê dîroka berxwedanê hate nivîsandin û ev berxwedan bû hêvî ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re. Rêberê me, hêviya ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê afirandin, veguherand vejîna Pêngava 15’ê Tebaxê. Faşîzmê ku plan dikir bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î reh berde, îro di nava bloka desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de şênber bûye ku ev yek polîtîkaya kevneşop a dewleta Tirk e. Berxwedana 14’ê Tîrmehê polîtîkaya înkar û qirkirinê hejand. Berxwedana ku bi pêşengiya hevrê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi encam bû, weke ‘Dîroka Berxwedanê ya Zindanan a Mezin’ cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de girt. Li dijî bêîradehiştinê ku bi polîtîkaya înkar, tunekirin û qirkirinê dihate meşandin, çalakiya rojiya mirinê ya mezin, rê neda bêrûmetkirinê ku li ser Kurdan dihate ferzkirin. Nirxên ku berxwedana zindanan afirand li nava gelê me pêl bi pêl belav bûn, veguherîn serhildanên gel. Baweriya bi fedakariya jiyana bi wate û azad a bi dirûşma ‘Li ser kevirê gora min deyndar binivîsînin’ zîhniyetên faşîst ên mîna Esat Oktay têk bir. Zîhniyeta faşîst qirker mîna doh îro jî heman polîtîkayê dimeşîne. Kevneşopiya dewleta Tirk bi qirkirin û tunekirinê bersivê dide hişyarbûna gelê me. Dijmin li zindanê li hemberî baweriya serketinê têkı çû. Rê ji xiyanet û teslîmkariyê re nehate dayin.
Îro di serî de li ser zindanan, li ser tevahiya gelê me teslîmkarî tê ferzkirin. Dijminê ku bi komploya navneteweyî Rêberê me dîl girt, bi rengekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin tecrîdê pêk tîne. Dixwaze ku di şexsê Rêberê me de gelê me, gelan bêçare û bêçareserî bihêlin. Nirxên ku berxwedanê afirandine, di wê astê de ne ku rê nadin bêçaretiyê. Berxwedana dîrokî ya bêhempa ya Rêberê me, biryardariya partî û gelê me, bûye sedem ku dewleta Tirk biderize. Li pêşberî berxwedana partî û Rêberê me ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me têdikoşin, dewleta Tirk ketiye nava tifaqên qirêj û ji bo şerê nava Kurdan piştevaniyên xwe ber bi qadê ve dehf dide.
Operasyonên ku ji bo dagirkeriyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê têne kirin, dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne û qada jiyanê nedin Kurdan. Bûyerên ku piştî DAÎŞ’ê li Iraqê rû dan û têkiliya nû ya ku gelê me li wir bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re danîn, nîşaneya wê yekê ye ku pergala berê nikare dewam bike. Zîhniyeta faşîst û qirker a AKP-MHP’ê tevî hevkarên xwe yên xwecihî nikarin vê rastiyê biguherînin û wê hesabê vê bidin. Nokerî û xeta berxwedanê ya li dijî wê di dîroka kevnar a Kurdan de her tim dewam kiriye. PDK a ku bûye maşika di destê hegemon de statuya bêewle ya li ser esasê berjewendiyên eşîrî û malbatî li pêşiya yekîtiya neteweyî dike asteng. Ev yek ne nêzîkatiyeke nû ye. PDK ku protokola 82’an ji nedîtî ve tê, sala 1997’an li ser gora bavê xwe soz da, lê hînê heyet nû ji hevdîtinê vedigeriya li Hewlêrê li nexweşxaneya ku hevrêyên Gazî lê bû komkujî kir. Ev yek nîşaneya şênber a wê yekê ye ku PDk a ku xwîna xwişk û birayên xwe dirijîne bi aqlê hêza qirker faşîst a AKP-MHP’ê tevdigere ku nûnerê vê demê yê Osmanî ye. PDK a ku li pêşberî guherînan di ya berê de israr dike, eger di têkiliyên bi mêtingeran re dewam bike, ku ji pîvanên exlaqî dûr e, ew ê jî têk biçe. Xelkê me yê Başûr bi daxuyaniyan ragihand ku ew ê vê yekê qebûl nekin û ev nêzîkatiya xwe jî bi çalakiyan raxist pêş çavan. Divê PDK vê zîhniyet û pêkanînê biterikîne, tavilê wateya yekîtiya neteweyî fêhm bike. Eger di vê helwest û nêzîkatiyê de israr bike wê weke yê lanetbûyî bikeve dîroka gelê me.
Rewşa Tirkiyeyê ku mînaka neserketina rejîma şexsekî ye, weke neynika yekparetiyê ye. Qirkirna li Bakurê Kurdistanê, ‘Plana Têkbirinê’ ya ku di çarçoveya konseptekê de hate meşandin û şerê gel ê şoreşger ê bi berxwedanên xwerêveberiyê dema ku bi rengekî yekpare bê nirxandin, wê were dîtin ku faşîzma AKP-MHP êdî nikare bi rê ve biçe û wê şerê giran bibe sedema krîza aboriyê li welêt. Pirsa ‘gelo hinceta pandemiyê wê heta kengî weke hinceta krîza aboriyê bê pêşkêşkirin’ hêjayî vegotinê ye. Bendewariya ji kevneşopiya dewletke mafyabûyî, asta herî têkçûyî ya xefletê ye… Rastiya esasî ya di vir de rastiya wê yekê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêbertî aktorê herî girîng ê li Rojhilata Navîn e. Dema ku tevahiya Kurdistanê bê nirxandin wê were dîtin ku qat bi qat mezin bûye. Bi pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê dem dema azadiyê ye’ nîşan da ku ev yek wê mezin bibe. Xusûsa herî girîng a di vir de dewamiya têkoşînê ye.
POLÎTÎKAYA BERIYA BI SED SALÎ ÎRO DÎSA DIDOME
Polîtîkaya ku beriya bi sedan salan hatiye bicihanîn, îro jî bi eynî rengî didome. Di rêça dewletê ya TC’ê de dibe ku desthilat biguherin, eynî polîtîka didomin. Pevçûna desthilatî dema ku mijar têkoşîna azadiya Kurd be li aliyekî tê hiştin. Mikurhatinî û teslîmbûjn ku beriya bi 29 salan li zindana Amedê ji hêla cuntaparêzên Kenan Evren ve dihate ferzkirin piştî 29 salan ji hêla AKP-MHP’ê ve li zindanan tê ferzkirin. Her roj bi pakêteke nû ya înfazê re bi rêvekariya wê, bi gotina guherîna yasayî bi navê ‘halê baş’ desteyên ku têne avakirin teslîmbûnê ferz dikin. Li nav zindanan tecrîd tê danîn, bi kamerayên ku ti hurmetê nade mahremiyeta mirovî çavdêrî li jiyanê dikin, di hevdîtina malbatan de ya bi telefonê guhdarî dikin, ferz dikin ku girtiyan tazî bikin û wiha ser wan seh bikin, bi desteserkirina wekîlên ku bi wêrekî dibêje, ‘yadê biner kral tazî ye”, bi kirinên faşîzan dixwazin vînê bişkînin.
Girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve têne hiştin, bi kirinên ku di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne bi ser girtiyan de tên. Hevr3eyê me Huseyîn Îdîk 26 salan di zindanê de bi nexweşiyan re mayî di qonaxa dawî ya jiyana xwe de hate berdan, dema ku li nexweşxanê tedawî dibû şehîd bû. Apê Dedo ê 83 salî û ev 25 sal in bi nexweşiyên giran li zindanê ye û bi serê xwe nikare bimeşe bi hinceta ‘guman e ku bireve’ nayê berdan. Rastiya wê ye ku Paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk Azadîxwaziya Jinê di jinan geriyaye medyaya netewî ku dayika me Meryem a 80 salî , nobeta malbata Şenyaşar a 100 rojî nabîne, fesihkirina Peymana Stenbolê ya ku mafê bi sînor did jinan. Ev tirs rastiya AKP-MHP ya faşîst, qirker e.
EM GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ YA DOMDAR Û DORVEGER DIQULIBÎNIN SER 15 ROJAN
Partiya me û baweriya gelê me, helwesta wan hemû polîtîkayên gemarî pûç dikni. Rihê 14’ê Tîrmehê ew e ku mirov rêxistinê bi bîreweriya partiyê mezin bike û bi vînê serfiraz bike. Bi darbeya 12’ê Îlona 1980’yî, berxwedana jina azad a hevrê Sakîne Cansiz û hevrêyan ya domdar, ew e ku bûye Rozaya sor. Bi rengekî geş derbasbûna 8’ê Adarê, bi xetîreya azadiyê ya hevrê Mazlûm e. Di Newroza 2021’ê de bêyî ku li pandemî û qedexeyan were sekinandin bi rengekî geş derbasbûna wê, herîkîna ber bi qadan ve, encama wê ye ku vîna Çaran bi bîreweriya rêxistinê tûj bûyî û bi rastiya têkoşînê re gihaye hev. Çalakiyên milîtanî, karakterê berxwedanê û rastiya wê ye ku PKK tevgera şehîdan e, rihê 14’ê Tîrmehê ye. 2019’an bi çalakiya fedayî dawî li jiyana xwe anîn û 20202’an bi 27’ê Mijdarê re domdandina grêvên birçîbûnê ya domdaar û dorveger, heta ku tecrîda li ser Rêbertia me bidome, azad bibe wê bidome. Ji 14’ê Tîrmeha 2021’an û pê de di salvgera berxwedana rojiya mirinê ya mezin de em çalakiya xwe ya domdar û dorveger a pênc rojî dikin diqulibînin ser 15 rojan.
Di serî de berxwedana Rêbertia me, em hemû hevrêyên xwe yên ku li zindanan li ber xwe didin slav dikin. Di vê roja me ya rûmetê de em Berxwedana Zindanê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi hurmet û dilsozî slav dikin, em sond dixwin ku têkoşînê geş bikin, em bang li gelê xwe, li wan hemû kesan dikin ku ji xwe re dibêjin mirov in û li ser vê cografyayê dijîn ji bo ku zilm, tecrîd bi dawî bibe bihistyariya xwe geş bikin, li dora têkoşîna me ya mafdar kom bibin. Rêya tekane û teqez a serfiraziyê berxwedan e. Serfirazî ya hevrêyên berxwedêr, a gelan e.”