NAVENDA NÛÇEYAN – Gencîniyeke veşartî di bin her erdeke ku mirov gavên xwe li ser tavêje heye. Nediyare; gava ku mirov li ser dimeşe, dibe ku axîn bi dilê wan biskên axê dikeve. Av bi devê qelîştokên hendefan dikeve û bi lez dixwazin rûpelên bi xwînê û êşên hatine nixumandin, ji nûve şînbibin. Xwezaya semyana vê yekê bi te dide hîskirin, daristan, çiya, dol û mirovên Geliyê Pisaxa vê yekê bi te didin hîskirin. Di rêka me de gundê Sindiyan yê jê re dibêjin Mêrgeşîşê hebû. Ev gund girêdayî Zaxo ye. Berî ku şoreşa Mustefa Barzanî destpêbike, ev gund bi çandîniyê, pez xwedî kirine û bi tîcaretê re mijûldibin. Mînak kartol diçînin û diçin li bajarên mîna Bexdad, Zaxo û li bajarên dîtir bi genim re diguherînin. Di demê berê de cade nînin û herkes bi rojan barên xwe li dewaran dikin û berbi bajarên mezin ve diçin. Piştî ku wî genimî tînin, diçin aş û dihêrînin. Her çiqasî zor û zehmetî dikişînin, jibîr nakin ku êvaran li hevdû bicivin û kilaman ji hevdû re bibêjin. Bi wan kilaman gotinê, hemû westandina xwe jibîrdikin.
Me gelek agahî li ser gundê Mêrgeşîşê girtibûn, lê me dixwest em suhbetê bi mirovên ku li wî gundî jiyankirine re bikin. Piştî westandinê ji kaniyan av vexwarin tama xwe cûda ye, gelo ji ber tu gelekî diwestê li ber çavê te şîrîn dibe, yan jî birastî ava kaniyan lawe. Ji gundê Mêrgeşîşî tenê kaniya wê saxlem maye.
Ji ber nenaskirina me di erazî de du hevalên jin hatin pêşiya me. Min dizanîbû wê hevalên jin bi israr bixwazin alîkarî bidin me û çentê me rakin, lê min xwe amadekiribû ku ez heyanî dawiyê jî çentê xwe rabikim. Ew baweriya ku tu li kûderê ked bide tuyê pêve were girêdan û nirxê wê bizanibe, ez bawer dikim û min xwest ez jidil bi vê xakê re parvebikim. Wê roka delal jî xwêdana min bibîne û wê kaniyên merd jî ava xwe bi min re parvebikin. Gava xwêdan ji aniya min dihate xwarê û ez di bin çentê xwe de diwestiyam ava gundê Mêrgeşîşê dihate bîra min, li ber dilê min gelekî bi nirx bibû û min di wan kêliyan de girêdana mirovan bi xaka wan ve hîskir. Hevalên jin jî her li benda me bûn û erazî bi me didan naskirin. Gelek girên Geliyê Pisaxa bi navê hevalên şehîd hatine binavkirin.
Em gihîştin ciyê yekîneya Şehîd Mahir, lê me tenê du hevalên xort dîtin, hemû gerilayên dîtir gurûp-gurûp li erazî belavbibûn û çûbûn peywiran.
Yekîneya Şehîd Mahir ji bona amadekariyên Zivistanê jî ketibûn nava liv û tevgerê de. Bexçe ji xwe re çandibûn û zebze ji bona demsala Zivistanê hişk kiribûn. Yekîneya wan gelekî jêhatî û şeraze bûn.
Dêra Geliyê Pisaxa Gelekî Kevnar e
Çîrokeke vê Dêrê ya balkêş heye û parvekirina wê bi we re nexerabe. Zilamê bi navê Mere İda li hemberî êrîşên dijminên xwe şerdike û di nava xelkê de bi lehengiya xwe tênaskirin. Camêrekî tîr û kevanka wî li pişta wî ye, şûrê wî di destê wî de û li ser hespê xwe yê boz bi mêranî şerdike. Rojekê Mere İda di pevçûnê de birîndar dibe û bi wê birîna xwe ya xedar heyanî ciyê wê dêrê tê û liwêderê diçe ser rehma xwe. Ew camêr bi lehengiya xwe gelê xwe diparêze, ji bo bîranîna wî, wê dêrê ya ku ciyê parastine dibînin avadikin. Hinek mirov dibêjin gora wî mirov li kêleka wê dêrê ye. Wextê tu berê xwe dide dêrê, zinar di rêzê de û mîna ku te pêşwazî dikin tu bi kêleka wan re derbas dibe. Dema ku Sedam Aşûriyan ji gundê wan derxistine û birine bajarên mîna Bexdadê, xelkê Aşûrî berî ku biçin bajêr, riya ku diçe Dêrê hemû bi boyaxa sor nîşankirine. Li ser kevir û hendefan nîşana tîr û Xaçê neqişkirine. Me jî ew nîşan çavdêr kirin û em berbi Dêrê ve çûn. Hinek Aşûrî dibêjin navê vê Dêrê Mere İda ye û di çaxê İmpiratoriya Bîzans Olê Xirîstanî pejirandiye, hatiye avakirin. Heya niha jî gelê Aşûrî ji ciyên curbecur têne serdana wê Dêrê. Hemû wêne û her tiştekî wê Dêrê hîna mîna berê ne. Bi dîtina wêdêrê re min hestekî gelekî balkêş jiyankir, mîna ku min ji zûve tiştekî xwe yê ku ez gelekî jê hezdikim, min wendakiribû û min nû dît. Heyecana dîtina eserên dîrokî gelekî kûr û dûre.
Netenê şîveriya ku diçe dêrê hatibû nîşankirin, şîveriya ku diçe kaniya Êrê jî hatibû nîşankirin. Me ew rêk şopand û em çûne gundê Êrê. Bermahiya gundê Êrê tenê dîwarên maleke xerabe mabûn. Gundê Êrê gundekî Aşûriyane, di demê xwe de gelekî mezin e. Ew jî di sala 1976 an de ji milê Sedam ve tê valakirin. Gundekî di pala girê Partîzan de ye, bexçeyên wê hene, heyanî ku tu nêzî gund dibe, tu hingî dizane di nava wan daristanan de kanî û gundekî wisa bê hempa heye. Kaniya Êrê ya bi nav û deng jî derûdora wê tejî darên spîndarane, li kêleka wê jî darên fêkî hene, ew av aveke torine, Havînê sare û Zivistana jî germ e. Gava ku tu Geliyê Pisaxa dide berxwe, piştî çend demjimêran tu dimeşe û tu diwestê, piştî wê westandine ew kaniya qeşeng li pêşiya te dertê. Ji ber vê yekê herkes nirxê vê kaniyê di dilê xwe de dihewîne.
Li gorî baweriya min hinek kêlî hene herdem û her wextî bi dest te nakeve, ji ber di wan kêliyan de rizgarkirina giyan, mejî û dilê te mîna bayê arzeba dijwar derbas dibin, kêliya ku tu hildikişe kevendên Geliyê Pisaxa û li bejna wê dinêre, netenê tu ruhê xwe azad hîsdike, jiyana hemû mirovên li wî gelî jiyankirine tu meraqdike.
Gotina Pisaxa jî tê wateya zarokên axa. Di wî gelî de gundê mîna gundê Masîs yê ku dilê te diguvêşe, hene. Gelek gundên Sindiyan li Geliyê Pisaxa ne. Gundê misilmanan û aşûriyan bi hevre jiyankirine. Bi rêz nêzî ol û çanda hevdû bûne. Netenê dêr di wî gelî de heye, mizgeft û şikeftên xwezayî jî hene. Dilê geliyê Pisaxa destûr nedaye jiyaneke bê wate û arzan.
Demjimêr sisiyê sibehê ez û du hevalên jin em birêketin û me berê xwe da girê Partîzan. Girê Partîzan jî bi navê hevalê Partîzan Slopî hatiye bi navkirin. Şehîd Partîzan Silopî sala 1994 an li wî girî şehîd dikeve û weha navê girê Êrê dibe girê Partîzan. Em sê demjimêran meşiyan heyanî ku em gihîştin bilindahiya Partîzan. Hilkişandina wî erazî nezehmet bû, teşeya zinar û latên wî erazî tu matmayî dihiştî. Nîgarvaniyekî herî ji xwe razî û jêhatî nikare wisa neqşbike. Hîna hewa venebibû em gihîştin gir. Me hêdî-hêdî xwe avête mewziyeke ku nekeve pêşberî girên li ser sînorê ava Hêzil. Min gelekî meraqkir ku ez wan giran bibînim. Min çawa serê xwe rakir, min ji xwe re got “dijmin Kurdistan bi girên li ser sînorê ava Hêzil dorpêçkiriye.” Bêhna desthilatdariyê ji wê tarîtiyê dihat. Girê Baykur(Wacib), girê Serbend, girê Şivan, Bêzenîkê, Kêlika Spî û Spîndarokê li pêşberî te bûn. Te nikarîbû serê xwe rabike. Ji milê başûr ve jî Zaxo, Silopî û Duhok li pêşberî me bû. Cûdî çiyayê Mirada û Kela Memê jî li pêşberî me bûn. Ji berzbûna Partîzan te hîsdikir ku behişt di hembêza te de ye û tu pê şad dibe.